Di nava salekê de 5 Hevserokên DBP'ê yên Wanê hatin girtin

Li Wanê, di nava salekê de 5 Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ên bajêr hatin girtin.

Yek ji bajarên ku girtina hilbijartî û siyasetmedarên Kurd di asteke tirsnak de tê kirin, bajarê Wanê ye. Li Wanê, Partiya Herêman a Demokratîk bi taybetî bû hedefa operasyonên girtinê. Li vî bajarî, di nava salekê de 5 Hevserokên DBP'ê yên bajêr hatin girtin.

Li bajarên Kurdan, ku dewleta Tirk hildiweşîne, di asteke tirsnak de siyasetmedarên Kurd tên binçavkirin û girtin. Li Wanê, ku yek ji bajarên herî zêde siyasetemdarên Kurd lê tên girtin, di nava salekê de 5 Hevserokên DBP'ê yên bajêr hatin girtin.

WAN KIRIN BAJARÊ GIRTIN Û QEDEXEKIRINÊ

Hikumeta AKP'ê, ku nekarî xwe li serketina 74 ji sedî ya HDP'ê ya dema hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an bigire, bajarê Wanê kir hedefa xwe. Desthilatdariya AKP'ê ku ji aliyekî ve propaganda 'em ê bikin ku bala her kesî li ser Wanê be' dike, li aliyê din jî bi her awayî zext, qedexe û operasyonên girtinê dike. Ji dema ragihandina Rewşa Awarte û vir ve hemû çalakiyên demokratîk ên li bajêr hatin qedexekirin. Yên bûne hedefa operasyonên binçavkirin û girtinê jî rêveber û siyasetmedarên DBP'ê ne.

Hemû Şaredariyên DBP'yî yên Bajêr bi rêya qeyûm hatin desteserkirin. Di nava salekê de 5 Hevserokên DBP'ê yên bajêr bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin. Çalakî û bernameyên partiyê ku Hevserok tevlî bûn weke sûc hatin nîşandan û ev yek kirin hinceta girtinê. Operasyona girtinê, ku par bi girtina Hevserokên DBP'ê yên Wanê Caziye Dûman û Okkeş Kava dest pê kir, piştre bi Mûrat Sarisaç û Sevînç Şeker ên di kongreyê de hatin hilbijartin, dewam kir. Herî dawî, bi girtina Hevserokê bajêr Ahmet Aygun ku tevî 12 siyasetmedaran hate girtin, di nava salekê de hemû hevserokên hatin hilbijartin, hatin girtin.

AVAHIYA PARTIYÊ JÎ DI HEDEFÊ DE YE

Hêzên çekdar ên dewleta Tirk, tevî serdegirtina malên Hevserokên DBP'ê yên bajêr, avêtin ser avahiya DBP'ê ya bajêr. Îsal 5 derban avêtin ser avahiya partiyê. Belgeyên fermî, kompûter û malzemeyên teknîkî, arşîv û alên li nava avahiya partiyê hatin desteserkirin.

Avahiya partiyê, ku timî wesayîtên zirxî li dorê digere, bi kamerayên MOBESE heftê heft rojan û 24 saetan tê şopandin.

'GIRTIN SIYASÎ YE'

Rêveberê DBP'ê yê Wanê Metîn Denîz bibîr xist, ku ev saleke serê du mehan carekê Hevserokeke/î wan ê bajêr tên girtin û diyar kir, biryara girtina Hevserokên partiya wan siyasî ye. Denîz destnîşan kir, ku bi girtinan nikarin bi wan û got, gel hîn bêhtir xwedî li partiya wan derkeve.