Di gilînameyê de ji bilî Tûncel her tişt heye!

Di gilînameya ji 177 rûpelî de, ku li dijî Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel hatiye amadekirin, bi 115 rûpelan qala dîroka PKK'ê hatiye kirin.

Gilînameya li dijî Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel, piştî 7 mehan hate amadekirin. Di gilînameya ji 177 rûpelî de, bi 115 rûpelan qala dîroka PKK'ê hatiye kirin. Di beşa mayî de jî hewl tê dayîn daxuyanî û xebatên Tûncel ên li nava HDP'ê bê krîmînalîzekirin.

Di 115 rûpelên gilînameyê de qala damerandina PKK'ê, xebatên PKK'ê yên beriya damezrandinê, kongre û konferansên piştî damezrandinê, biryarên hatine girtin, çalakiyên li Dihê û Şemzînanê, xebatên navbera salên 1999-2000'î, derketina ji Sûriyeyê û dîlgirtina lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan, xebatên navbera salên 2000-2007, pêvajoya derbasbûna KADEK'ê, baskên çekdarî yên PKK'ê HPG, YJA Star û Kongra Gel, PJAK, PÇDK, YPD, TECAK û KCK tê kirin.

Piştî vê agahiya li ser dîrokê, dozgerê Tirk, çûn û hatina Tûncel di navbera salên 2012-2013'an a li Navenda KCD'ê, derbasbûna navê Tûncel weke endama KCD'ê li civînên KCD'ê yên navbera salên 2011-2014'an, daxuyaniya çapemeniyê ya li ser Civata Giştî ya KCD'ê, fermannameyên ji bo endamên KCD'ê hatine şandin û pêşnûmeya rêziknameya KCD'ê weke 'sûc' nîşan dide.

Rûniştina duyemîn a doza li dijî Tûncel, wê di meha Hezîranê de li Meletiyê dewam bike.