Di êrîşa li ser Çemçemalê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di bombebarana li bajaroka Axcelar ya Çememal a Silêmanî de 5 kesan jiyana xwe dest dan û kesek birîndar bû. Nasnameya du kesan hatin eşkerekirin.
Di bombebarana li bajaroka Axcelar ya Çememal a Silêmanî de 5 kesan jiyana xwe dest dan û kesek birîndar bû. Nasnameya du kesan hatin eşkerekirin.
Di bombebarana îro danê sibehê, di navbera gundên Celemord û Tuteqel ên bajaroka Axcelar de ku wesayîtek hedef hate girtin, 5 kesan jiyana xwe dest dan û kesek birîndar bû.
Navê du kesên şehîd bûne Aram Hacî Kaka Xan û Îsmaîl Îbrahîm in.
Aram û Îsmaîl pismamê hevin û Aram mixtarê gund e.
Hate ragihandin ku cenaze li gel polîsên Axcelar in û wê rakirin Tiba Edlî.
Çavkaniyê eşkere kir ku bombebaran ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve pêk hatiye.