Balafirên bêmirov ên Tirk gundekî Çemçemala Silêmaniyê bombe kir

Balafireke Bêmirov a Biçek ya dewleta Tirk a dagirker sê caran bombe li gundeke bajaroka Axceler a ser bi Çemçemal a Silêmaniyê bombe kir. Tevgera balafiran jî ya li herêmê didome.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, di saet 06.30’an de balafirek Bêmirov a Biçek 3’ê caran gundê Tuleqel a ser bi bajaroka Axceler a Çemçemal bombebaran kir.

Li gorî agahiyên şahidê bûyerê dane, ji ber heta niha balafira bê mirov li ser herêmê digere xelk nikarin biçin cihê bûyerê û ti agahî têkildarî ziyanê bi dest neketiye.

Neyê zanin balafir a kîjan welatî ye. Heta niha hêzên ewlehiyê jî li ser bombebaranê ti agahî parve nekirine.