Di êrişa terorî ya dewleta Tirk de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê şehîd bû

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker de ya li Şengalê, Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel şehîd bû. Di wesayitê de 2 zarokên Merwan Bedel jî hebûn.

Dewleta Tirk a dagirker îro jî li Şengalê sûcê li dijî mirovahiyê kir. Bi balafirên bêmirov ên biçek îro saet di 14:00 de li navçeya Xanesorê ya Şengalê êriş bir ser wesayiteke sivîl.

Di wesayitê de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda û 2 zarokên wî hebûn.

Di encama vê êrişa hovane de Merwan Bedel Xwedêda şehîd bû.

Herdu zarokên Merwan Bedel ji aliyê xelkê li herêmê ve hatin rizgarkirin.

Tê payin ku Desteya Rêveber a Şengalê der barê êrişê de daxuyaniyekê bide.