Di doza Sûrê de 7 sal ceza li Abîş hate birîn

Di Doza Sûrê de 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Emîne Abîş hate birîn.

Li navçeya Sûrê ya Amedê di sala 2016’an de ‘qedexeya derketina derve’ hatibû îlankirin. Di dema wan êrîşên qirker de 26 jê girtî derbarê 47 kesên di Sûrê de, doz hatibû vekirin. Di rûniştina dozê de ya ku li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn de hate kirin, Emîne Abîş hate darizandin. Abîş tevlî rûniştinê nebû, parêzerê wê Mûharrem Şahîn di rûniştinê de amade bû.

Heyeta dadgehê bi îddîaya ‘endama rêxistinê ye’ 7 sal û 6 meh ceza li Emîne Abîş birî.