'Di dîroka têkoşîna me de dema rêveberiyên xweser pêvajoyeke zêrîn e'

"Bi hezaran mirovên me kuştin, gundên Kurdistanê şewitandin, penaber kirin, xistin zindanan, êşkence kirin. Ji bo parastina hebûna xwe tenê rêyek li pêşiya me ye, ew jî berxwedan e."

Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê Rizgar Êrsî ji radyoya Dengê Welat re axivî. Êrsî, pêvajoya xweseriya demokratîk, êrîşên dagirkerî û qirkirinê, berxwedana gelê Kurd nirxand û got; "Bi hezaran mirovên me kuştin, gundên Kurdistanê şewitandin, penaber kirin, xistin zindanan, êşkence kirin. Ji bo parastina hebûna xwe tenê rêyek li pêşiya me ye, ew jî berxwedan e."

Êrsî di destpêkê de şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anî û got, "Em di 5'emîn salvegera berxwedana rêveberiyên xweser ên li Bakurê Kurdistanê de ne. Di vê berxwedanê de me gelek şehîdên qehreman dan. Di şexsê wan de şehîdên şoreşê hemûyan bibîr tînim. Di dema ku heval Sara şehîd ketibû Serok Apo dest bi qonaxekî nû ya diyalogê kiribû, lê wek her carê dewleta faşîst û dagirker a Tirk cardin li pey bêbextiyê bû. Armanca dewleta dagirker û faşîst tenê qirkirina gelê Kurd e. Li Rojhilata Navîn şerê cîhanê ê sêyemîn di astekî germ de dewam dikir. Rêber Apo di demeke wiha de ji bo pêkanîna çareseriyê di demên cuda de agirbest ragihand û banga çareseriyê kir. Ji xwe sala 2012'an şerê gelê şoreşgerê bi xwe re encamên girîng derxistibû holê. Beriya ku Serok Apo banga agirbestê bike, dewleta faşîst a Tirkiyê ji bo derbê li tevgera azadiyê bide, heval Sara kir armanc, xwest pêvajoyê sabote bike, ji ber vê Serok Apo got; 'Ev êrîş li ser min in'. Cardin xwestin qirkirina gelê Kurd bidomînin. Lê ji bo berjewendiyê gelê Kurd û gelên herêmê pêvajo hate domandin. Dema ku em li dîrokê jî dinêrin tê dîtin ku dijminê me her tim li ser gelê Kurd qirkirin pêkaniye lê gelê Kurd gelekî berxwedêr e û çanda xwe ve girêdayî ye. Dewleta Tirk li ser qirkirina gelê Kurd dixwaze hebûna xwe bidomîne. Bi hezaran mirovên me kuştin, gundên Kurdistanê şewitandin, penaber kirin, xistin zindanan, êşkence kirin, lewra li Kurdistanê pênaseya Kurdbûnê heta dar û berê wê jî qabûl nakin. Kurdekî azad qet qabûl nakin. Ji ber vê her tim li ser wan êrîş anîne. Hemû derfetên navxweyî û derve bikar tînin, piştgiriya hêzên hegemonîk digre û li ser gelê me qirkirin dimeşîne. Tenê ji bo ku em hebûna xwe bi dest bixin tenê rêyek heye, ew jî berxwedan e, lewra tevî hemû êrîşan em nikarin dev ji doza azadiyê berdin."

'DEWLETA TIRK DIXWEST KURDAN QIR BIKE, LEWMA BERXWEDANA GEL DEST PÊ KIR'

Fermandarê HPG’ê Rizgar Êrsî bal kişand ser êrîşên qirker ên  dewleta Tirk û got, " Di merhaleya şerê gel ê şoreşgerî de pêwîst bû ku Bakurê Kurdistanê derbasî qonaxekî nû ya têkoşînê bibe, ji ber vê berxwedana rêveberiyên xweser dest pê kir."

Êrsî konsepta êrîşên dewleta Tirk nirxand û got, "Dema hevdîtinan bû û qaşo êdî mûzakere destpê dikir. Pêwîst bû hin merheleyên nû yên pêvajoyê zelal bibûya. Li herêmê jî şerekî dijwar dimeşiya, hêzên cuda li ser Rojhilata Navîn de êrîşên xwe pêk dianîn. Dewleta Tirk jî bi rêya çeteyên DAÎŞ'ê dixwest mûdaxaleya herêmê bike bi vê re jî pêşî li pêvajoyê bigire. Çawa ku li Srî Lanka Pilingên Tamîlan tine kir dewleta Tirk jî bi heman taktîkê li aliyekî dixwest ku nîşan bide pêvajoya diyalogê dewam dike li aliyê din jî gerîlayên azadiyê tine bike, ji ber ku plansaziyên çokdanînê pêşxistibûn. Pêvajoya xapandinê û wext qezenc kirinê bû, lewra dewleta Tirk di şerê gerîla de pir lewaz ketibû. Di hemû qadên têkoşînê de gelê Kurd pêşketinên pir xurt diafirand. Ji ber vê dewleta Tirk nedikarî vê yekê hezm bike. Ti carî nexwestin ku pirsgirêkên heyî çareser bikin ji ber vê yekê niyetên xwe di pratîkê de jî zelal kirin. Dema ku niyeta dewleta Tirk diyar bû ku xwe nade ber çareseriyê wê demê berxwedana gel dest pê kir. Armanca dewleta Tirk cardin neçareserî, berovajî qirkirina gelê Kurd bû. Di pêvajoya berxwedana rêveberiyên xweser de konsepteke pir zexel ku bikaribin tevgera azadiyê tasfiye bikin di pratîkê de bû. Di merheleya şerê gelê şoreşgerî de pêwîst bû ku Bakûrê Kurdistanê derbasî qonaxekî nû ya têkoşînê bibe ji ber vê berxwedana rêveberiyên xweser dest pê kir. Heke nebûya wê çaxê ev berxwedana li hember DAÎŞ'ê û sîstemê, di heman demê de berxwedan û îradeya ku hatiye raber kirin zêde pêşneketibaya ji ber vê berxwedanek mezin hat nîşandan, destan hat nivîsandin."

'GEL Û GERÎLA BI HEV RE DIKARIN LI HEMBER ÊRIŞAN BI SER BIKEVIN'

Endamê Fermandariya HPG’ê Rizgar Êrsî bal kişand ser îradeya ku hate nîşandan û got, "Di cîhekî de gel û gerîla bi hevre bin dinya hemû jî li hember bisekine û bê ser ti carî  nikare vê tevgerê tine bike. Ji ber ku tevgereke ji pola hatiye hûnandin. Îradeya ku raber dike di  cîhanê de nehatiye dîtin, bi derfetên herî kêm destkeftiyên pir mezin ava dike. Pêvajoya berxwedana rêveberiyên xweser jî bi vî awayî dest pê kir. Heke ew qonax nebûya niha me ne dikarî behsa Rojava bikin, ango têkoşîna me jî wiha mezin nedibû. Ji bo vê di dîroka têkoşîna me de pêvajoya rêveberiyên xweser pêvajoyek zêrîn e diviyabû were meşandin. Pêvajo serketinê ye. Heke civakek bi sedsale hatiye perçe kirin, qetil kirin, ti derfeta jiyanê  jê re nehatibe hiştin wê demê divê berdêlên mezin jî bide berçav da ku bikarine têkoşîneke mezin jî bimeşîne."

'WATE Û GIRÎNGIYA TÊKOŞÎNA LI ZINDANA PIR BI NIRX E'

Fermandarê HPG’ê Êrsî bal kişand ser welatparêz û ciwanên ku li girtîgehan dîl tên girtin û got, "Niha gelek ciwan, mirovên me yên welatparêz di pêvajoya berxwedanê de dîl ketin destê dijmin. Her wiha bi rengekî hovane êrîşê gelê me kirin. Ji bo şikandina îradeya wan her cureyên êrîşê yên derveyî mirovahiyê bi kar tînin, lê belê ew mirovên me yên hatine girtin berxwedan dîtine, ruhê berxwedana şehîd Mazlum, Kemal û Xeyriyan, berxwedana Cizîr, Sur, Hezex, Silopî, Niseybînê dîtine, berxwedana Kobanê li kêleka wan hatiye kirin. Êrîşên ku li ser dîlên azadiyê di rastiyê de lewaziyên dewleta Tirk nîşan dide. Di nava qadên me yên têkoşînê de yekemîn qadên zindanan derbeyên herî mezin li dilê dijmin dide. Wate û girîngiya têkoşînê li zindanan de pir bi nirx e. Di nava dorpêça dijmin de heke têkoşînek wiha mezin hebe û tirsek mezin dijmin de ava bike ev jî hêz û felsefeya têkoşîna me nîşan dide ango di navbera çar dîwaran de em jiyanê dafirînin, jiyanê tê girêdan, xweşikbûna jiyanê ava dikin. Êdî dijmin jî dizane bi vî şêwazê nikare gelê Kurd tine bike, lê naxwazin lewazbûna wan derkevin holê. Dijmin dizane ku heke girtîgehan vala bikin îrade û hêza ku hatiye ava kirin dikare her derî feth bike ji ber vê cezayên bêmaf dide. Lê em ê bi xurtî têkoşîna xwe dewam bikin."

'BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ DI DÎROKA MIROVAHIYÊ DE YEKEM E'

Fermandarê HPG’ê Rizgar Êrsî herî dawî got, "Dema ku ev pêvajoyê dest pê kir armanc xweparastin bû, lê ji ber ku dewleta faşîst a Tirkiyê êrîş anî ser rêveberiyên xweser mafê parastinê jî derdikeve pêş. Têkoşînek pir mezin hat dayîn. Qehremantiyên pir mezin li bajarên Kurdistanê de çêbûn. Mînaka vê berxwedaniyê di dîroka ti gelan de nehatiye dîtin. Gelek ciwanên ku hîn nehatibûn perwerdekirin bi baweriyên xwe yên xurt li hember êrîşên faşîzmê li ber xwe dan. Heke ev şer nebûya gelek destkeftiyên gelê me jî ji dest çûbaya. Hevalên me yên ku ketin girtîgehan her tim ji bo me cîhê bawerî û moralê ne. Bi wan re têkoşîna xwe xurt dikin. Rojane di nava girtîgehan de li hember faşîzmê berxwedanek mezin tê kirin, ji bo vê qadên girtîgehan cîhê rûmetê ye. Em dikevin serdemeke nû û girîng. Wek gerîlayên azadiyê ji bo pêkanîna daxwazên gelê me têkoşîna xwe hîn bilind bikin. Hêvî û daxwaziya Rêber Apo, tevahiya hevalên me yên girtîgehan ji bo welatekî azad em ê têbikoşin û pêk bînin."