Di cejnê de jî li aqûbeta windayan pirsîn

Xizmên kesên di bin çavan de hatine windakirin di hefteya 447'an de dîsa li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê kom bûn û li aqûbeta windayan pirsîn. Malbatan bang li rayedaran kirin û xwestin bila dewlet hesap bide.

Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan, di hefteya 447'an de li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê kom bûn û li aqûbeta kesên di bin çavan de hatin windakirin pirsîn. Xizmen windayan û parêzvanên mafên mirovan di çalakiya rûniştinê de pankarta ku wêne û navê kesên hatine windakirin  û pankarta "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" vekirin. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Raci Bîlîcî, Cejna Qurbanê û 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li her kesî pîroz kir û wiha got: "Roja Aştiya Cîhanê em di nava şer de pîroz dikin. Hemû hewldan û têkoşîna me ji bo aştiyek mayînde û cîhanek bê şer e. Em hêvî û daxwaz dikin ku ev cejn ji aştiyeke mayînde re bibe wesîle."

Bîlîcî, da zanîn ku li her derê Tirkiyeyê mirov tên kuştin û wiha got: "Em dîsa qurbanên faîl nediyar didin. Dewlet mecbûr e kesên winda bibîne. Dîsa mecbûr e kujeran jî bibîne û darizîne. Em bang li dewletê dikin ku windayan bibîne û edaletê ava bike."

‘EM EDALETÊ DIXWAZIN'

Xizmên windayan jî axivîn û xwestin winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Xizmên windayan jî cejna hemû kesan pîroz kir û diyar kirin ku daxwaza wan ev e ku bila winda bên dîtin û hesap ji kujeran bê pirsîn. Xizmên windayan anîn ziman ku her hefte li windayan digerin û gotin “Di vê cejnê de jî dîsa em bi wêneyên windayan tên cem hev û cejnê li hev pîroz dikin."

Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan pêk anîn û belav bûn.