Di çarçoveya pêngava "Dem Dema Azadiyê ye" çalakiya konvedanê

Li Helebê di çarçoveya pêngava “Dem Dema Azadiyê ye“ çalakiya konvedanê hate destpêkirin.

Li Helebê di çarçoveya pêngava “Dem Dema Azadiyê ye“ çalakiya konvedanê di pêşengtiya Kongreya Star û Meclîsa Giştî ya Helebê ve li taxa Şêxmeqûd li ber Komîna Şehî Destîna, hate destpêkirin. Di roja yekemîn ya çalakiyê de endamên komîn, Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk, Meclîsa Navbeynkar, tevger û saziyên civaka sivîl û hêzên Asayîşê amade bûn.

Di çalakiyê de Endamê Komîteya Ji Rêber Ocalan re azadî, Amîne Xedro, Endamê Komîna Şehîd Destîna Ednan Mamo, Hevseroka Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk a Helebê Fatme Koşan axivîn û anîn ziman ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelan hêvî ye û banga azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di 10'ê Îlona 2020'an de pêngava "Dem dema Azadiyê ye" ragihandî bû.