Di çalakiyên li Başûrê Kurdistanê de 7 kes hatine kuştin

Li Başûrê Kurdistanê ji destpêka meha Kanûnê heta niha, çalakiyên protestoyî yên li dijî nedana mûçe, rêveberiya xirab û hejariyê li gelek bajaran dom dike.

Bi taybet roja Çarşemê li Ranya, Qelediz, Dûkan, Çemçemal, Pîremegrûn û Derbendîxanê gel dîsa derket kolanan.

Xwepêşandanên ku 2’ê Kanûnê dest pê kir, di van 3 rojên dawî de dijwar bû. Li herêma Silêmaniyê li gelek navçe û bajarokan navend û saziyên hikumetê yên hemû partiyan hate şewitandin.

Di xwepêşandana ku hêzên ewlekariyê guleyên rast bikar anîn de, di rojên Dûşem û Sêşemê de 6 kes miribûn, di nava wan de zarokek 12 salî jî hebû. Roja Çarşemê jî çalakî li 6 navçe û bajarokên girêdayî Silêmaniyê hatin lidarxistin.

BI JOPAN KUŞTIN

Kesa 7’an jî roja Çarşemê li bajarê Dûkan a girêdayî Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da. Li gorî çavkaniyên hêrêmî kesê bi navê Hemze yê 50-60 salî, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi jopan lê hate xistin. Hate zanîn ku ev demek dirêje ew nexweş bû, piştî wê lêdana ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatî pêkanîn mir.

Li Derbendîxanê komek jinan, rêya Kelar-Silêmaniyê girtin û bertekên xwe nîşan dan. Di dema vê çalakiyê de ti pevçûn çênebû.

LI ŞÊLADIZÊ KESEK BIRÎNDAR BÛ, 10 KES DESTGÎR KIRIN

Li Şêladizê ya girêdayî Dihûkê jî êvara Sêşemê komek derket kolanan û bertekên xwe nîşanî krîza aborî û hejariyê dan. Li ser vê hêzên PDK’ê mûdaxeleyî çalakgeran kirin, piranî ji eşîra Rêkanî 10 kes hatin destîgîrkirin. Hate diyarkirin ku kesek jî birîndar bûye.

QEDEXEYA DERKETINA KOLANAN

Hikumeta herêma Kurdistanê, li deverênnêzî Silêmaniyê ji şeva Sêşemê ve ji bo 24 seatan qedexeya derketina derve ragihand.

Buroya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî jî bertek nîşanî bûyerên tundiyê dan, ji bo dîyarkirina kiryarên şidetê û hesap pirsînê daxwaza lêpirsînê kir.