Di çalakiyên HPG'ê yên zivistanê de 76 leşker hatin kuştin

HPG'ê van rojên dawî li dijî artêşa Tirk a li girê Kanîreş ê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê operasyoneke berfireh kir û bi vî rengî nîşan da ku wê dema bê şerekî çawa bimeşîne.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylû ragihand ku wê zivistanê jî bi rengekî bê navber li dijî PKK'ê operasyonan bike û van operasyonên xwe dike. Li gel vê yekê, HPG'ê jî li ser rûyê erdê nîşan da bê taktîk û asta çalakiyan a dema bê wê çawa be.

Tevî şert û mercên dijwar ên zivistanê jî her roj nûçeyên li ser çalakiyên gerîla tên weşandin. Li Herêma Serhedê ku bi serma û seqema xwe navdar e, bi Pêngava Serketina Şoreşgerî gerîla 24 saetan di nava liv û tevgerê de. Zêdeyî saleke rayedarên dewleta Tirk ji bo gerîla timî dibêjin, "qediya, diqede, em diqedînin, me ew eciqand". Xuya ye bi van daxuyaniyên xwe tenê xwe û raya giştî ya Tirkiyeyê xapandine.

Xusûseke din ku HPG di dema nû de girîng dibîne, parvekirina operasyonan bi raya giştî re ye. Lewma dîmenên çalakiyan ji aliyê Gerîla TV ve tên weşandin. Beriya niha li gle çalakiyên bi bandor jî hejmara leşkerên dimirin ji raya giştî ya Tirk re nedihatin eşkerkeirin. Lê niha ji ber dîmenên ku li Gerîla TV tên weşandin, artêşa Tirk kêm jî be neçar dimîne ku hejmara kuştiyên xwe eşkere bike.

Yek ji taybetmendiyên van operasyonên HPG'ê jî ew e; li gel serma û seqema zivistanê jî bêyî ku şehîdan bide çalakiyên xwe bi rengekî serketî pêk tîne. Ev yek jî motîvasyon û amadekariya gerîla radixe pêş çavan.

Dema ku mirov li 2 mehên derbasbûyî dinerin û operasyonên gerîlayên HPG'e dinirxînin, dibînin ku tevî zivistanê jî gerîla bi performanseke serketî tevdigere.

1'ê Çileyê li girê Koordîne yê Şemzînanê di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

2'ê Çileyê li girê Mawa yê Şemzînanê 2 leşker di çalakiyê de hatin kuştin.

7'ê Çileyê li dijî qereqola Çeperê Şêxan a navçeya Qilaban a Şirnexê çalakî hate kirin, 1 leşkerek hate kuştin.

8'ê Çileyê li dijî leşkerên li ser girê Şehîd Dîlan ê li Gabarê çalakî hate kirin û 2 leşker hatin kuştin.

14'ê Çileyê li girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê di çalakiyê de 10 leşker hatin kuştin.

16 û 18'ê Çileyê li heman cihî çalakî hatin kirin û xisara madî rû da.

18'ê Çileyê li dijî qereqola li Ş. Kendal a li Qilabanê çalakî hate kirin, 6 leşker hatin kuştin.

Heman rojê li cihê navbera Gilidag û Dembat ên Agiriyê 2 leşker hatin kuştin.

31'ê Çileyê li dijî qereqola Serêsêvê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî hate kirin, leşkerek hate kuştin.

Heman rojê di çalakiya dijî tabûra Suphanê ya li navçeya Bazîd a Agiriyê 7 leşker hatin kuştin.

Li Bazîdê roja 31'ê Çileyê li dijî qereqola Serêkaniyê çalakî hate kirin, 2 leşker hatin kuştin.

2'ê Sibatê li girê Kanîreşê yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakî hate lidarxistin, 2 leşker hatin kuştin.

6'ê Sibatê li Dortyol a Hatayê di şer de 2 leşker hatin kuştin.

Heman rojê li girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê di çalakiyê de 6 leşkre hatin kuştin.

9'ê Sibatê li girê Xeregol ê navçeya Çelê ya Colemêrgê 3 leşker hatin kuştin.

11'ê Sibatê li girê Şehîdan ê navçeya Qilaban a Şirnexê, li dijî qereqola Şkêr a li navçeya Çelê ya Colemêrgê û li girê Banê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî hatin kirin, lê encam zelal nebû.

13'ê Sibatê li girê Biyê yê navçeya Begova çalakî hate kirin, 15 leşker hatin kuştin.

15'ê Sibatê li girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî hate kirin, lê encam zelal nebû.

16'ê Sibatê li girê Xeregolê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

16'ê Sibatê li girê Kanîreşê yê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê 8 leşker di çalakiyê de hatin kuştin.

17'ê Sibatê li dijî qereqola Şkêr a navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî hate kirin, lê encam diyar nebû.

18'ê Sibatê li girê Xeregol ê navçeya Çelê ya Colemêrgê 3 leşker di çalakiyê de hatin kuştin.

Ev rewş di dîroka gerîlayên Kurdistanê de kêm caran hatiye dîtin. Gerîla normal zivistanê xwe amade dikir û li benda zivistanê dima. Her wiha dihate îdîakirin ku zivistanê nikare çalakiyan bike, lê bi vê tabloyê re eşkere dibe ku ev îdîa bê bingeh in.

Di operasyonên du mehên derbasbûyî yên gerîlayên HPG'ê de bi giştî 76 leşkerên Tirk hatin kuştin û bi dehan leşker birîndar bûn.