Di bombe kirina balafirên Tirk de 4 sivîl li Qendîlê birîndar bûn
Balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li gundên Silê û Bolê yên Qendîlê barandin. Di bomberdûmanê de 4 sivîl birîndar bûn, ziyan gihişte mal û baxçeyên welatiyên sivîl.
Balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li gundên Silê û Bolê yên Qendîlê barandin. Di bomberdûmanê de 4 sivîl birîndar bûn, ziyan gihişte mal û baxçeyên welatiyên sivîl.
Balafirên şer ên Tirk di saet 09:30’ê de gundên Silê û Bolê yên Qendîlê bombe kirin.
Di bomberdûmanê de 4 sivîl birîndar bûn, li gundê Bolê ziyanek mezin gihişte mal û baxçeyê kesekê.
Gundiyên têkildarî êrîşê axivîn diyar kirin ku ji ber êrîşên dewleta Tirk jiyana wan di xeteriyê de ne.