DGH û DGK-H'ê li Êlih û Farqînê çalakî li dar xist

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jin ên Ciwan ên Şoreşger (DGK-H) ragihandin ku wan li Êlih û Farqînê çalakî li dar xistine.

DGH û DGK-H'ê diyar kirin ku wan di çarçoveya pêngava 'Tolhildana Sor' de li du bajaran çalakî li dar xistine.

Li gorî daxuyaniyê, yekîneya Şehîd Xemgîn Roj roja 26'ê Îlonê li taxa Baglar a Êlihê li dijî wesayiteke ku malzeme ji leşkergeha artêşa Tirk a dagirker ve dibir, çalakÎ hate lidarxistin û wesayit bi temamî hate şewitandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, roja 27'ê Îlonê jî li parka Kaniya Navîn a navçeya Farqînê, yekîneya Ş. Faraşîn Sîdar li dijî firoşkar û bikarhênerên madeyên narkotîkê, bi teqemeniyê çalakî kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hêzên dagirker ên dewleta Tirk ên li Kurdistanê wê bibin hedefa me û di nava agirê pêngava me ya Tolhildana Sor de bifetisin" û hate destnîşankirin ku kesên dibin amûrê lîstikên şerê taybet ên dewleta Tirk ku ciwanan û civakê dejenere dikin, wê bên cezakirin.