DFG: Meha Sibatê ji bo rojnamegeran meheke tarî bû

DFG’ê diyar kir ku meha Sibatê ji bo rojnamegeran meheke ‘tarî ‘ bû. Li gorî rapora DFG’ê 6 rojnameger hatine destgîrkirin, rojnamegerek hatiye girtin û li 6 rojnamegeran bi giştî 26 sal ceza hatiye birîn.

Komeleya Dîcle Firatê ya Rojnamegeran (DFG) zextên di meha Sebatê de zextên li ser rojnamegeran bi raporekê eşkere kir.

Di raporê de hate diyarkirin ku zextên li ser rojnamegeran didome û her roj li ser rojnamegeran zext, êşkence, êrîş tê kirin û rojnameger tên girtin.

Di raporê de ev tişt hate diyarkirin: ‘Desthilatdarî ji bo her nûçe, wêne û dîmena ku aciz dibe, zûzûka derbarê rojnamegeran lêpirsînê dide destpêkirin, rojnameger her roj tên darizandin. Di meha Sibatê de 72 rojnameger ji 36 dosyeyan hatine darizandin.

Bi dehan rojnameger ji azadiya xwe mehrûm dibin. Di vir de ne rojnameger, lê rojnamegerî dibe hedef. Em li bendê ne ku hemû rojnamegerên hatine girtin, bila serbest werin berdan.”

Di raporê de hate diyarkirin ku di meha Sibatê de 6 rojnameger hatine destgîrkirin, rojnamegerek hatiye girtin, êrîşî 2 rojnamegeran hatiye kirin, têkiliyeke xerab bi 8 rojnamegeran hatiye kirin, gef li 2 rojnamegeran hatiye xwarin, 2 rojnameger hatine astengkirin, li rojnamegeran 4 lêpirsîn 11 doz hatine vekirin û bi giştî 26 sal cezayê girtîgehê li rojnamegeran hatiye birîn, 174 nûçe û 2 malperan nûçeyan hatine qedexekirin, bi giştî jî 85 rojnameger girtî ne.