Dewleta Tirk vê carê jî dest li herikîna Çemê Dîcleyê werda

Çêkirina bendava Ilisûyê ya li navçeya Heskîf a Êlihê, gefê li jiyanê dixwe. Ji ber ku rejîma AKP'ê dest li herikîna xwezayî ya Çemê Dîcleyê werda, bi hezaran masî mirin.

Rejîma AKP'ê, piştî ku bi dînamîtan gelek cihên Heskîfa kevnare hilweşand, niha jî ji bo çêkirina bendava Ilisûyê bend danî pêşiya Çemê Dîcleyê. Bi vî rengî berê ava Çemê Dîcleyê guherand. Aktîvîstên Komeleya Dildarên Hawirdorê ya Êlihê bal kişandin ser rûxandina Heskîfê û destwerdana li herikîna Çemê Dîcleyê û gotin, "Ji ber xebatên fîrmayan ê li ser Çemê Dîcleyê herikîna avê guherî û gelek masiyên bê av man telef bûn. Em dixwazin kesên ev kirine bên darizandin."

DÎCLE QIRÊJTIR DIBE 

Ji ber xebata bendavê ya li Çemê Dîcle, av kêm bûye û her diçe qirêjtir dibe. Ji ber vê zindiyên di nava avê de dijîn, bi mirinê re rû bi rû ne.