Dewleta Tirk revand, binçav kir û qetil kir

Endamên ÎHD'ê û malbatên windayan ji bo Mehmet Tekdag, Parêzer Metîn Can, Doktor Hasan Kaya û Nezîr Tekçî kom bûn.

Endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbatên windayan çalakiyên xwe vê hefteyê jî domandin.

Li Amedê endamên ÎHD'ê û malbatên windayan di 783’yemîn hefteya çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê li hev kom bûn. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Mehmet Tekdag hate xwendin ku Tekdag di 12'yê Sibata 1993'yan de li Amedê hate qetilkirin.

Beriya daxuyaniyê Îffet Mûtaş a xwiha Mehmet Tekdag axivî.

Çîroka Mehmet Tekdag ji aliyê Bewer Çindemîr ê endamê Desteya Rêveber a ÎHD'ê ve hate xwendin.

ÊLIH

Li Êlihê jî endamên Şaxa ÎHD'ê û malbatên windayan çalakiya xwe ya 619'an li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê li dar xistin. Di çalakiyê de çirokên Parêzer Metîn Can û Doktor Hasan Kaya hatin xwendin ku her du di 21'ê Sibata 1993'yan de li Xapêtê ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibûn revandin û qetilkirin.

COLEMÊRG

Endamên Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û malbatên windayan jî di 109’emîn hefteya çalakiya xwe de li Kolana Hunerê a navçeya Geverê ji bo Nezîr Tekçîyî li hev civiyan.

Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partî û DBP'ê beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li ser hate nivîsîn û wêneyên kesên di binçavan de hatin windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nezîr Tekçî yê 25 salî ku dema li gundê Yekmala Jorê şivantî dikir, di 28’ê nîsana 1995’an de ji aliyê leşkerên girêdayî Tûgaya Piyade ya Gelîbolûyê ve bi hinceta “cil û bergên kurdî” li xwe kiriye, hate binçavkirin û piştî hate gulebarankirin, bi laşê wî ve mayîn hate teqandin, hate pirsîn. Malbata Tekçî jî tevlî daxuyaniyê bû.

Metna daxuyaniyê Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz xwend. Çapraz a tiştên roja bûyerê ragihandin, qala paşeroja doza Tekçî kir û got: “Em ê ji bo ku heqîqet derkeve holê û Nezîr Tekçî yê hatiye qetilkirin daxwaza xwe ya edaletê bidomînin û ji bo berpirsyar bi darizandineke rast bên cezakirin em ê dengê xwe bilind bikin.”

Piştre peyama rêveberê Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û parêzerê Tekçî Huseyîn Bogatekîn hate xwendin. Bogatekîn di peyama xwe de qala çîroka Tekçî kir.