'Dewleta Tirk nobedarê komployê ye'

Gerîlayê HPG'ê Baz got, Ocalan ji aliyê fîzîkî ve dîl girtî ye lê belê nêrînên wî belav dibin û diyar kir, dewleta Tirk ji komploya navdewletî re nobedariyê dike.

Gerîlayê HPG'ê Mordem Baz bi wesîleya salvegera komploya navdewletî ji ANF'ê re axivî.

Baz got, komploya 15'ê Sibatê divê ne tenê li dijî şexsekî her wiha li dijî tevgerekê, nêrînekê, îdeolojiyekê û hemû gelan bê dîtin û wiha dewam kir: "Ji bo vê berxwedana bi rûmet û tevgera me tasfiye bikin, xwestin Rêberê me dîl bigirin. Bêguman ev dîlgirtin tenê dîlgirtineke fîzîkî ye. Rêberê me li êşkencexaneya Îmraliyê ye, lê ji aliyê fikrî ve azad e. Fikir û nêrîna wî li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê deng vedaye. Gelek hêz û mirovan nêrînên Rêber Apo pejirandine."

KOMPLO DEWAM DIKE

Baz diyar kir ku komploya navdewletî hê jî dewam dike û got, "Hewldana dagirkirina Efrînê dewama komploya navdewletî ye. Tevî ku her carê komploya navdewletî hate pûçkirin jî hêzên hegemon ji nû ve xistin rojevê û ji bo tinekirina gel û tevgera me seferber bûn. Efrîn tevî ku cihekî biçûk e, bi îradeya Rêberê me, gel û gerîla bi xurtî li ber xwe dide. Hişê Erdogan li Efrînê ji serî çûye. Bi sîle û derba mezin a li Efrînê xwar, wê hişê wî bê serê wî."

DEWLETA TIRK NOBEDARIYÊ DIKE

Mordem Baz destnîşan kir ku fikrên Ocalan wê ti carî nikaribin dîl werin girtin û got, "Ev komplo komployeke navdewletî ye. Dewleta Tirk li Îmraliyê tenê nobedariyê dike. Ji wan hebû ku bi komploya dijî Rêberê me re wê karibin tevgera me tasfiye bikin, gelê me kontrol bikin. Tevî ku Rêberê me ji aliyê fîzîkî ve li êşkencexaneya Îmraliyê ye, gelo nabînin ku nêrînên wî li cîhanê deng vedide?"

BANGA LI CIWANÊN KURDISTANÊ

Gerîlayê HPG'ê Mordem Baz herî dawî got ku divê berxwedan bê geşkirin û ev bang li ciwanên Kurdistanê kir: "Li deşt û çiyê, bersiva herî baş a ji dijmin re bê dayin, berxwedaneke mezin e, têkoşîneke mezin e. Yê ku vê bike ciwanên Kurdistanê ye. Ciwanên Kurdistanê xwedî mîrateyeke têkoşînê ya gelekî bi rûmet e. Divê ciwanên Kurd li çiyayên azad, li nava refên gerîla û îro li Efrînê li gel hevrêyên berxwedêr, divê têbikoşin."