Dewleta Tirk li Bestayê 21 herêm şewitand

Agirê ku leşkerên Tirk berda herêma Bestayê 21 herêm şewitand.

Li sêgoşeya Şirnex, Sêrt û Çiyayê Herekolê, şewata ku piştî êrişa artêşa Tirk li herêma Bestayê derket, 3 meh in bênavber dewam dike. Ji ber şewatê bi deh hezaran dar şewitîn. Li qadên Şerevan, Çemê Mezin, Xare Kunayê leşkerên Tirk ên derketin operasyonê agir berdan derdorê.

CIHÊ KU DAR LÊ ŞEWITÎN

Li gorî agahiyan şewat doh li qadên Cîniver û Besta Hincê belav bûye. Şêniyên herêmê hewl didin şewatê vemirînin, lê leşker nahêlin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, cihên ku bi hezaran dar lê şewitîn wiha ne:

"Girê Deyîncê, Şerevan, Girêhelêziyê, Pişta Reşa, Girê Gimê, Tilmê Girduşê, Girê Mêrgumar, Sêro, Rîsor, Lama Kitkê, Girê Kenîferşkê, Girê Zîyaret, Tehtê Gozkê, Dimdimo, Mexelê Yasîn, Zilê Hûr, Kela Sor, Girê Givara."

Piraniya deverên ku şewata daristanan lê dewam dike ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve weke "herêmên qedexekirî" hatine ragihandin.