Dewleta Tirk ji bo qalekolê bi hezaran dar birî

Ji bo çêkirina qalekola di nabeyna gundên Sobitnê û Bêşerê de li Çiyayê Cûdî tê avakirin bi hezaran dar têne birîn.

Li herêma Deriyê Cebralî a Cûdî, di navbeyna gundên Sorbitnê û Bêşerê de, ji bo avakirina qalekolê li ser rê bi tangên bi palet bi hezaran dar hatin birîn. Dema ku gundî nêzîkî herêma navborî bû gule li wan hate reşandin.

Gundiyan gotin bi kîlometroyan ji bo rê çê bikin bi hezaran dar birî ne û dar bi qemeyonan birine. Gundiyan her wiha diyar kirin piştî avakirina qalekolê jî ew fikaran dikin ku darên kêm ên li herêmê mane jî werin birîn.

Gundiyekî ku derbarê qirkirina daran axivî û ji ber ewlehiyê nexwest ku navê xwe bide, got,ev 3 meh in ji bo qalekolê rê tê çêkirin, bi rê re dest bi çêkirina qelekolê jî kirine û bi 3 tang, 10 qemyon û li ser 20 donim erazî bi hezaran dar hatine birîn.

Gundiyan gotin ji bo qalekeolê leşkeran herêm dorpêç kirine, dema ku gundî diçine herêmê da pincar, kereng, giya bidin hev leşkerên Tirk li wan direşînin.

Gundiyan her wiha gotin demên dawî li Cîganê, Gundikê Remo û Nerexê cerdevan jî qira dara tînin, bang li rêxistinên civaka sivîl, ekolojist û rayedaran kirin ku li dijî vê qirkirina daran rawestin.