Dewleta Tirk dixwaze gundên çiyayî yên Agiriyê bide valakirin

Fermandariya Jendermeyan a Agiriyê, roja 19'ê Gulanê teblîxat şand û xwest gundên çiyayî yên li herêmên Çiyayê Agirî û Tendurekê werin valakirin.

Dewleta Tirk a ji aliyê rêveberiya AKP'ê ve tê birêvebirin, qîma xwe bi 'herêma qedexe', 'herêma bi ewlekariya leşkerî' û 'qedexeya derketina derve' neanî û vê carê zexta valakirina gundan dike. Herî dawî teblîxat ji 10 gundên li navçeya Bazîd a Agiriyê re hate şandin, ku gundan tavilê vala bikin.

Fermandariya Jendermeyan a Agiriyê dixwaze gundên çiyayî yên li herêmên Çiyayê Agirî û Tendurekê vala bike. Gundê Yayginyûrtê yê li quntara çiyayê Agiriyê di sala 1993'an de ji ber zext û ferzkirina cerdevaniya bi darê zorê jî nepejirandin gund û ji ber ku xwestekê dewleta dagirker bi cih neanîbûn, gundê wan ji aliyê leşkeran ve hatibû şewitandin û valakirin. Artêşa Tirk a ku derbên giran ji gerîlayên HPG'ê dixwe, niha jî dixwaze weke salên 1990'î gundên Kurdistanê vala bike. Li herêma Serhedê bi taybet li kelha gerîla çiyayê Agirî û Tendurekê gelek herêmên ku sivîl lê dijîn û operayonên leşkerî lê zêde bûne weke 'herêma ewlehiya taybet' hatine îlankirin û qedexekirin. Fermandariya Jendermeyan a Agiriyê di 19'ê Gulanê de teblîgat ji gundên Gungoren û Yayginyurt ên navçeya Bazîd a Agiriyê re şandin û xwestin gund were valakirin. 

Hêjayî gotinê welatiyên gundê Gungoren û Yayginyûrt ên Bazîdê bi karê sewalkariyê debara xwe dikin. Welatiyên gund ên nerazîbûn nîşanî biryarê dan diyar kirin ku ji salên 1990'î û vir de her dem dewlet rêya koçê nîşanî wan dide û anîn ziman, ew ê ti carê axa xwe neterikînin. Welatiyên ji ber ewlehiya canê xwe nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir ku leşker û tîmên taybet li ser gundên wan digirin û ji bo bibin sîxurtiyê zextan li wan dike. Welatî da zanîn ku dewleta Tirkiyeyê bi salane bi polîtîkayên şer ew li ser axa wan dane koç kirin û got: "Em ê ti carê dest ji axa xwe bernadin, ev der axa me ye. Êdî zarokên me ji ber dengên tank û topan nikarin rakevin. Sedan sal e bav û kalên me li Yayginyûrtê dijîn û em ê gundê xwe bernadin."