Dewleta Tirk bi hevdemî êriş bir ser Mexmûr, Şengal û Qendîlê

Balafirên şer ên Tirk ji saet 00:00 û pê ve êriş birin ser Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Şengalê û Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê. Li Şengalê sivîl birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker nîvê şevê ji saet 00:00 û pê ve êrişên hewayî bir ser Şengalê, Mexmûrê û Herêmên Parastinê yên Medyayê. Êrişa li Mexmûrê 40 deqeyî dewam kir. Piştî bombardûmanê jî balafirên keşfê bi saetan li ser herêmê geriyan.

Balafirên şer ên Tirk her wiha êriş birin ser Şengalê, Xanesorê û nexweşxaneya Serdeştê. Li gorî agahiyên destpêkê di êrişê de ya li ser Şengalê sivîl birîndar bûne.

ÊRIŞA LI SER MEXMÛRÊ 40 DEQEYÎ DEWAM KIR, BALAFIRÊN KEŞFÊ BI SAETAN LI HERÊMÊ GERIYAN

Êrişa li Mexmûrê ya li ser qadên sivîlan di navbera saet 00:00-00:40'î de pêk hat. Çiyayên Qereçoxê û herêma Miştenûrê hatin bombekirin.

Li Mexmûrê êriş li ser qadên sivîlan hate kirin. Şêniyên kampê hewl da bi konvoyekê xwe bigihîne qadên hatine bombekirin, lê belê balafirên şer bombe li rêgeha konvoyê jî barandin.

Li gorî agahiyên destpêkê yên ji çavkaniyên xwecihî yên li Kampa Mexmûrê hatin wergirtin, di bombardûmana giran a  balafirên şer de tiştek bi kesî nehat, lê belê zeviyên ku sivîlan ji bo çêrandina heywanên xwe bi kar dianîn şewitî.

Dengê bombardûmanê li bajarê Dêrikê yê Rojava jî hate bihîstin.

LI HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ JÎ GELEK QAD HATIN BOMBEKIRIN

Gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve hatin bombekirin. Balafirên şer bombe li Çiyayê Direbî, Kozînê, Balayan, Çiyayê Nasir bombe kirin.

LI ŞENGALÊ SIVÎL BIRÎNDAR BÛN

Di êrişê de ya li ser Şengalê, sivîl birîndar bûn.

Nûçegihan Îbrahîm Êzidî ji Stêrk TV re axivî û diyar kir ku li herêma Serdeştê di êrişê de sivîl birîndar bûne. Dewleta Tirk li Serdeştê bombe li nexweşxaneyê barandibû. Li herêmê kampek heye ku Şengaliyên piştî êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ya 2014'an ji cih û warê xwe bûn, lê dimînin.