Dewlet cihên dîrokî yên Wanê kirine tîcaretxane

Dewleta Tirk hemû cihên dîrokî yên Wanê kirine tîcaretxane. Bi hatina havînê re ji wan kesan ku serdana cihên dîrokî dikin pere têne standin.

Wan bi cihên xwe yên dîrokî, bi gola Wanê, gelî û sûlav û xweşkahiya xwe ya sirûştî ve balê dikişine ser xwe. Ji ber van hêlên Wanê her sal bi hezaran turîstên xwecih û biyan tên seriyekî didine Wanê. Di nav van cihê dîrokî de Girava Axtamara, Dêra Axtamara, Keleha Wanê, Keleha Xoşabê, Heft Dêr, Dêra Çavûştepe, Sûlava Miradiyê û Benda Masiyan a li ser robara Delîçayê ku masî pê koç dikin hene.

WAN WEKE MÛZEYEKE SERVEKIRÎ YE

Wan bi dîroka xwe ya bi hezaran salan ku gelek şaristaniyan mohra xwe li ser daniye weke mûzeyeke vekirî ye. Kurdan, Ermenan û gelek civakên dî mohra xwe li ser Wanê danîne. Gelek ji van cihên dîrokî ji holê rabûn, hin jê ji ber sedema politikaya ku dewleta Tirk dike, hatin rûxandin. Hin cihên dîrokî yên dî jî yên ku li ser piyan man heta niha hatin. Gel pir diçe û serdana van cihên dîrokî dike. Cihên dîrokî û sirûştî yên gel dewletê dest li ser danî û gel ji bo ku serdana van deran bike dewleta ji wan pereyan distîne. Li Wanê beriya ku mirov pereyan bide mirov nikare serdana van deveran bike. Ji  ber vê jî gelek kes nema serdana van deran dikin û hin kes jî helwesta xwe diyar dikin.

HELWESTA LI DIJÎ STANDINA PEREYAN

Gelek serdana Girava Axtamar, dêran, keleha Wanê û Xoşapê tê kirin û her wiha ya sûlava Miradiyê. Dema ku mirov diçe van deran kesên ku dewletê ew peywirdar kirine ji serdanvanan pereyan distînin. Kesekî ku biçe Girava Axtamarayê bi kêmanî 50 lîreyî xerc dike. Ji bilî vê dema ku mirov diçe girava Axtamarayê bi pereyan mirov dikeve hundir. Ji bo serdana keleha Wanê jî 10 lîre têne standin, ji bo çûna Axtamarayê ji bo serwîs, vapur û ketina navê 50 lîre diçe. Dema ku mirov diçe Keleha Xoşapê jî pere têne standin. Ji ber vê gelek kes nema serdana van cihan dikin. Dewletê ev avaniyên dîrokî ji xwe re kiriye tîcaretxane.

‘WEK KU EV DER KIRINE TÎCARETXANE’

Yek ji serdanvanan Vedat Şengul li dijî van kirina helwest nîşan da û got, ‘’Wan cihekî pir xweş e. Hem cihên wê yên dîrokî û hem jî sirûşta wê. Ez û malbatê em çend caran ji bo wilo hatin. Beriya niha dema ku em dihatin pere nedistandin. Îsal dema ku em hatin me dît ku kirine bi pereyan. Wek ku ev der kirine tîcaretxane.’’

‘JI BO KU EM BIÇINE MALA XWE EM PEREYAN DIDIN’

Mustafa Aydemîr ku ji Koceliyê hatî Wanê got kesên ku pereyên wan nînin nikarin serdana van deveran bikin û got, ‘’Cihê ku di zaroktiya xwe de bi serbestî em lê digeriyan niha bûye bi pereyan. Ez bawer dikim ku van pereyan ji bo van deran naxebitînin. Xwediyê van cihan em in. Ji bo ku em biçine mala xwe em pereyan didin.’’