Destûr nedan ku ji bo Temel li mizgeftê kon were danîn

Malbata Temel xwest di mizgeftê de ji bo Mehmet Temel konê sersaxiyê dane, lê Muftiyê Colemêrgê destûr neda. Wekîlê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan bertek nîşan da û wiha  got "Mizgeft tenê ji bo Tayyîp Erdogan hene?"

Li gundê Talê ya Colemêrgê di êrîşa Heronê de Mehmet Temel jiyana xwe ji dest dabû, malbatê xwest li taxa Daggoluyê konê sersaxiyê deyne. Lê Muftiyê Colemêrgê ferman da û nehişt di tu mizgeftên herêmê de şîn bê danîn. Malbata Temel neçar ma li erdê kêleka mala xwe konê sersaxiyê deyne.

Sedan kesî serdana konê sersaxiyê kirin. Wekîlên HDP'ê Bedîa Ozgokçe Ertan, Lezgîn Botan, Nîhat Aydogan, endama MYK'a HDP'ê Zahîde Besî û rêveberên HDP û DBP'ê jî beşdarî taziyeyê bûn. Lezgîn Botan diyar kir ku beyî ku bibêjin sivîl û zarok, li dijî her kesî şer didin meşandin û eşkere kir ku ew ê dest ji bûyerê bernedin. Botan bertek nîşanî astengiya Muftî jî da û da zanîn ku kî/ê dibe bila bibe, dixwaze gerîla, polîs û leşker jî be, divê mizgeft li kesî neyê qedexekirin.