Destpêkê li girtiyê siyasî dan, piştre jî hevdîtin lê qedexe kirin

Di dema veguhastina li Girtîgeha Tîpa E ya Erzîromê de li girtî Kadrî Katar xistin, piştre jî mafê hevdîtinê lê hate qedexekirin.

Girtiyê siyasî Kadrî Katar 23'ê Cotmehê ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ber bi Girtîgeha Tîpa E ya Erzîromê hate veguhastin. Lê belê di dema veguhastinê de li Katar dan.

Katar 30'ê Mijdarê dema ku bi telefonê bi malbata xwe re axivî, ragihand ku tundî lê hatiye kirin.

Malbata Katar diyar kir ku ji hingî ve nikarin agahiyê ji kurê xwe werbigire. Li ser vê yekê malbat li rêveberiya girtîgehê geriya û jê re hate ragihandin ku mehekê axaftina bi telefonê û hevdîtin li Katar hatiye qedexekirin.