Desthilatdariya Tirk nehişt HDP'î xwe bigihînin Qersê

Desthilatdariya Tirk ji bo 15 rojan "qedexeya çalakî û xwepêşandanan" li Qersê danî û nehişt HDP'î xwe bigihînin bajêr.

Piştî ku Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen jî di nav de bi dehan HDP'î hefteya derbasbûyî hatin destgîrkirin, Walîtiya Qersê roja Duşemê ji bo 15 rojan "qedexeya çalakiyan" li bajêr ragihand.

Piştî vê biryarê ketin û derketina bajêr hate girtin. Ji bo serdana Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan a li bajêr, endamên partiyê xwestin ji derveyî bajêr tevlî bibin, lê belê bi hinceta biryara walîtiyê destûr ji wan re nehate dayin ku xwe bigihînin bajêr.

Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a ji Êlihê bi rê ket, diyar kir ku li pêşiya Qersê ew bi saetan hatine rawestandin û mafê wan ê gerê haitye binpêkirin.