Desthilatdarî pêşiya çûna kongreyê digire

Desthilatdariya AKP û MHP’ê ji bo pêşîlêgirtina beşdarbûna kongreya HDP’ê otobus da sekinandin û diyar kir ku qaşo heciz li ser wê heye.

Desthilatdariya AKP û MHP’ê ji bo astengkirina tevlêbûna Kongreya Asayî ya HDP’ê ya 4’emîn her rêyê diceribîne.

ÊLIH

Li Êlihê dema gel xwest bi otobusan biçe kongreya HDP’ê ya li Enqereyê li derveyî bajêr polîsan ew dan sekinandin. Polîsan nasname kontrol kirin û bi hinceta ku biryara ‘lêgerînê’ li ser wî heye rêveberê yê bajêr ê HDP’ê Mehmet Habîb Çelebî destgîr kir.

WAN

Lİ Wanê jî 3 otobus hatin astengkirin. Li Erdîşê jî bi hinceta ku ‘bi heciz e’ polîsan 2 otobusên fîrmayeke taybet asteng kir û nehişt ku otobus ji otogarê bi rê bikevin. Ajovanên otobusê diyar kirin ku tu problemên otobusan tune û polîs ji kêfî wisa dikin.

Li Bêgiriyê jî pêşîya otobusên endamên HDP’ê bi hinceta ‘heciz li ser heye’ hatin sekinandin. Hevserokê HDP’ê yê Bêgiriyê Vahyettîn Ûca diyar kir ku vê biryara hecizê duh hatiye dayîn û got ku “Ev jî diyar dike ku ji bo pêşîlêgirtina çûna me her rê tê ceribandin.”

Desthilatdariyê li hin bajaran jî endamên HDP’ê destgîr kiribû.