‘Desthilatdarî ji HDP’ê û Kurdan ditirse’

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan diyar kir ku tifaq faşîst ya AKP-MHP’ê ji hêza HDP’ê û gelê Kurd ditirse û ji ber vê yekê jî avahiya HDP'ê ya Amedê bi salane bi wesayitên zirxî yên polîsan dorpêç kirine.

Midûriyeta Polîsan a Amedê ku ev nêzî 3 salane Avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê bi maşîneyên zirxî dorpêç kiriye û bi dehan malbatên ku îdia dikin ku zarokên wan ji aliyê HDP’ê ve hatine revandin li ber deriyê HDP’ê dane rûniştandin. Her wiha dayikên laçik spî ku xwestin li ber avahiya AKP’ê jî rûnin rastî tundiya polîsan hatin. Berî demekê welatiyê ku xwest ber avahiya AKP’ê rûne û bi fermî serî li walitiya Tirk da û walitiyê bi qedexeya ku xebatên partiyên siyasî tên asteng kirin destûr neda welatiyan.

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan, têkildarî dorpêça polîsan ya li ser avahiya wan axivî û diyar kir ku desthilatdarî ji HDP’ê û Kurdan ditirse.

‘LI KURDAN SERDEMEK FAŞÎST TÊ FERZKIRIN’

Ceylan da zanîn ku li Kurdan serdemekî faşîstene tê ferzkirin û wiha axivî: “Li Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoya tê meşadin derhiqûqî û ji derveyî edaletê ye. Li hemberî Kurdan û civaka Tirkiyeyê serdemekî faşîstene tê ferzkirin. Nêzîkatiya li dijî HDP’ê jî bi vê hişmendiya faşîst re heman e. Piştî ku qeyûm li Amed, Wan û Mêrdînê hate tayînkirin, li dijî qeyûman li seranserî Kurdisanê têkoşînek hevpar hate birêvebirin. Tifaqa faşîst ya AKP-MHP’ê li hemberî vê berxwedanê têkçûn û ji bo vê têkoşina Kurdan bişkîne serî li rêbazên cuda dan. Ji bo ku AKP xwe li ser lingan bigre û gunehê xwe bide efûkirin kete nava lîstikan û dixwazin HDP’ê krîmînalîze bikin. Binçavkirin û girtin çêbûn encam negirtin û niha jî serî li rêbazên dorpêçkirinê girtin û dixwaze gel ji HDP’ê bide durxistin.”

‘SIYASETA BÊBEXTÎ Û DEREWAN’

Ceylan anî ziman ku ji şer zêdetir tiştekî ku AKP bide civakê nîne û wiha pê de çû: “Polîtîka şer AKP’ê ber bi hilweşandinê ve dibe. Tifaqa faşîst ya AKP-MHP’ê ji bo ku tayînkirina qeyûman ji rojevê derxînin malbatên zarokên wan windabûyî ber bi partiya wan ve dişînin. Kesên li ber avahiya me rûnişte ji wan gelekan tu zarokên wan nînin û hemû bi darê zorê tên li wir rûdinin. Gelek caran me xwest em bi malbatan re bikevin nava têkiliyê, lê mixabin polîs ketin navberê û destûr nedan ku em bi malbatan re werin ba hev. AKP niha siyaseteke ku dixwazin partiya me krîmînalîze bikin û ketine nava siyaseta bêbextî û derewan. Ev siyaset rûxaye."

‘AKP JI ALIYÊ GEL VE HATE TEŞÎRKIRIN’

Ceylan bilêv kir ku ji ber ku hemû polîtîkayên AKP’ê yên li dijî HDP’ê hatine rûxandin, partiya wan bi wesayîtên zirxî ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin û wiha got: “Avahiya me ya bajarê Amedê veguheriye midûryeta polîsan. Ewqas wesayîtên zirxî yên li ber avahiya me hene, li midûryeta polîsan tuneye. Deshilatdarî ji rêxistina HDP’ê û gelê Kurd ditirse. Berî demekê dayikên laçik spî ku xwestin li ber avahiya AKP’ê rûnin, rastî tundî û binçavkirina polîsan hatin. Dayikên bi temen li erdê re hatin kaşkirin. Dîsan welatiyê ji kar hate avêtin û xwest li ber deriyê AKP’ê rûne ji aliyê walitiya Tirk ve hate qedexekirin. Hinceta waliyê jî kar û barên siyasî yên partiyên tên astengkirin. Belê madem xebatên partiyan tên astenkirin du mehin xebatên me têne astengkirin. Dema mijar HDP be hiqûq raketiye, lê dema AKP be hemû alî dikevin dewrê û ji bo vê siyaseta ji hevderketî dikevin nava xebatê. Ev derhiqûqî û derqanûnî ye. Em ê herdem vê siyaseta AKP’ê teşîr bikin û ji xwe ev siyaset ji aliyê gelê me ve jî hatiye teşîrkirin. AKP bi darê zorê dixwaze hinek tiştan bike û lê di her alî de pêvojû berçavane û her kes vê rastiyê dibîne. AKP di xeta xwe ya têkçûyî de israre û di vê sermayê de malbatan bi darê zorê tînin li ber derê avahiya me.”