'Desthilatdarî dixwaze dengê muxalefeta karîger bibire'

Rojnamevan, nivîskar û hunermendên Kurd nerazîbûn nîşanî qirkirina siyasî ya li dijî HDP'ê dan û bi bîr xistin, ku partiya muxalefetê ya herî bi bandor HDP ye, lewma desthilatdariya AKP-MHP dixwaze HDP'ê bêdeng bike.

Nivîskar, Rojnamevan û Hunermend der barê operasyona “lêpirsîna Kobanê” de ku li dijî endam, rêveber û parlamenterên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk hatibû, ji ANF’ê re axivîn.

‘DESHILATDARÎ DIXWAZE DENGÊ MUXALEFTÊ BIBIRE’

Nivîskar Azad Zal diyar kir ku hikumeta Tirkiyeyê dixwaze dengê muxalefetê bibre û wiha axivî: “Di vê demê de rewşa Tirkiyeyê û tevahiya dinyayê hinek tevlîheve û di aliyê siyasî de zêde germ bûye. Li aliyekê potansiyela şer heye li aliyê din jî potansiyela ku siyaset paşde vedikêşe heye. Tirkiye ji bo ku di aliyê derdora xwe de nerehete, dixwaze di hundir de dengê muxaleftê bibire. Weke tê zanîn di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de şer hebû û dîsa jî şer derketine. Hikûmeta Tirkiyeyê jî dixwaze di hundirê Tirkiyeyê de dengê muxaleftê bibire. Her wiha li Tirkiyeyê partiya ku herî zêde muxaleftê dike jî HDP ye û ji ber vê yekê jî êrîşî li ser HDP’ê dike û dixwazin HDP’ê krîmînalîze bikin. Partiya ku tenê kiryarên AKP rexne dike û di ser wan de diçe HDP ye û ji bo vê yekê jî HDP kirine hedefa xwe.”

‘ÎRO HDP BE, SIBÊ DORA PARTIYÊN DIN YÊN MUXALEFETÊ NE’

Zal da zanîn ku bi salan e helwesta hikûmeta Tirkiyeyê li dijî Kurdan û siyaseta Kurdan helwestek êrîşkar e û wiha pê de çû: “Dewlet dixwaze têkoşîn, xebat û rêxistinkirina Kurdan lewaz bike û yek bi yek têxe dibin kontrola xwe de. Lê belê ev yek ne gengaze û Kurd ti carê dest ji têkoşîna xwe ya rewa bernadin. Berî niha xwestin KCD’ê krîmînalîze bikin û bi hincetên cuda KCD girtin. Niha jî dor hatiye HDP’ê bi heman şêwazê dixwazin dengê herî xurt ê muxaleftê bifetisîne. Bertekên muxalefetê baş e, lê ev bertek têr nake. Çima di vê serdemê de muxalefet bertek nîşan da? Muxalefet dizane eger îro dora HDP’ê be sibe dora wane ji bo vê yekê ev cara yekemîne ku muxalefet bertekan nîşan didin. Mirov dikare vê bişîbîne şerê Almanyayê yê berî Şerê Cîhanê yê Duyemîn. Niha Tirkiye jî di heman rewşê de ye. Çawan ku Nazî hatin li ser deshilatdariyê destpêkê yek bi yek muxalefet daxistin û desthilatdarî kete destê şexsekê. Ev pêvajoyek wiha ye. Ev pêvajo xetere û ez di nava gumanan de me. Ne tenê ji bo Kurdan û HDP’ê xeteriye, ev ji bo tevahiya gelên Tirkiyeyê xeteriyek mezin e. Dema dengê muxaleftê bê birîn, dengê pêşveçûnê û dengê xebatên ji bo gel jî tên kirin tê birîn. Ez hêvî dikim ku di her alî de muxalefet xwe xurt bike û li gel hemû êrîşan xwe li ser lingan bigre.”

‘HIQÛQ Û DARAZ TINEYE’

Rojnamevan Zeynel Bulut jî anî ziman ku li Tirkiyeyê ti hiqûq û daraza serbixwe tineye û got: “Bi salane li dijî HDP’ê operasyon tên li darxistin û berdewam dikin. Bi vê yekê dixwazin dengê herî xurt yê muxalefetê bibirin. Lê belê tişta ku mirov matmayî dihêle navê vê operasyonê ye. Lewa dibêjin operasyon di çarçoveya çalakiyên ji bo Kobanê hatiye li darxistin e, 6 sal di ser de derbas bûye û berî 6 salan jî ji xwe lêpirsîn hatiye kirin, gelek kes hatin binçavkirin, girtin û berdan. Divê çarçoveyê de lêpirsîna îro hatiye vekirin mirovan dixe nava fikarê û mirov matmayî dimîne. Li Tirkiyeyê mirov nikare qala hiqûq û darazek serbixwe bike. Mirov bi ti awayî nikare bibêje li Tirkiyeyê hiqûq heye, lê belê evqas mirov pîvanan binpê nake. Îro zarokek jî henekê xwe li vê darazê dike. Evqas sal derbas bûye û Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen hatiye girtin û di ser vê de jî ziyanî girtiye (Tazmînat). Dîsan bi heman şêwazê li gel Ayhan Bîlgen navê 82 kesan heye, ev operasyonekî bê exlaqî ye. Ti aliyê vê operasyonê yên hiqûqî nîne û mirov tenê dikare di aliyê bê exlaqiya hikûmetê de vê mijarê binirxîne. Ev bê exlaqiyeke li dijî Kurdan û siyasetmedarên Kurdan pêş dikeve ye.”

‘DIXWAZIN DENGÊ ÇALAK YÊ MUXALEFTÊ BIBIRIN’

Bulut da zanîn ku tifaqa AKP-MHP’ê ji bo ku rojeva qeyranê û kaosê biguherîne êrîşî li ser muxalefetê dike û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Di demek evqas qeyran û kaosek mezin tê jiyîn de, deshilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze bi van operasyonan rojevê biguherîne. Mirov dikare vê weke rojev guhertina Tiriyeyê binirxîne. Rojeva Tirkiyeyê çiye? Di aliyê aborî de têkçûnek mezin dijî û di aliyê şewba korona de nikare welat birêvebibe û di her alî de tendirustî xitimiye û bertekên li dijî wan her ku diçe zêde dibe. Dîsan di aliyê diplomasî û qada navneteweyî de tengav bûye, her wiha êşkence û zextên li ser Kurdan di asta herî jor de ye. Welatiyên Kurd tên êşkecenkirin û di helîkopteran de diavêjin xwarê, ev mijar bûn mijarên sereke yên Tirkiyeyê û ji bo vê yekê jî hikûmetê xwest bi vî rengî rojevê biguherîne. Ya duyemîn jî dixwazin dengê HDP’ê bibirin û muxalefetê lewaz bikin. Dema ku em dibêjin muxalefet li dijî desthilatdariyê tenê HDP heye. Her çiqas CHP û partiyên din jî xwe weke muxalîf bidin nîşan dan lê belê muxalefeta li pêş çavan û çalak HDP ye.”

‘TENÊ HDP DIKARE VÎ WELATÎ BIRÊVE BIBE’

Bulut anî ziman ku yên ku dikarin tenê vî welatî bi rêvebibin HDP ye û wiha got: “Ji ber ku HDP di her aliyê welat de ji bo gel xebatan dide meşandin û ji bo pirsgirêkên hene çareseriyê diafirîne dibe hedefa deshilatdariyê. Ji bo vê yekê dixwazin HDP têk bibin û dengê herî xurt ê muxalefetê bibirin. Ji sala 1990’î vir ve her demê li dijî siyaseta Kurd operasyonên wiha hatine meşandin û tev jî pûç hatine valakirin. Desthilatdarî dixwaze Kurd û siyaseta Kurd li hemberî wan serî bitewîne, lê ti carê Kurdan serî netewandiye û HDP jî serî natewîne. Di şexsê HDP’ê de li dijî tevahiya gelên Kurdistanê operasyon tên li darxistin. Her demê bi awayek herî xurt Kurd li dijî vê polîtîkayê derketine û li dora vîna xwe bûne xelek.”

‘BERTEKÊN MUXALEFTÊ QELS E’

Bulut, bertekên muxaletê yên li dijî operasyonê jî nirxand û ev tişt got: “Bertekên muxaleftê yên li dijî operasyonên li dijî HDP’ê de başin lê gelek qels in. Ji ber ku tişta îro li Tirkiyeyê diqewime li dij exlaqî ye. Divê bertek ne bi tiwîtekê be û bi awayek herî xurt li dijî van kiryaran derkevin û dengê muxalefetê bibe yek. Eger li welatekê hiqûq û darazek serbixwe tinebe wê her kes para xwe ji vê bêhiqûqiyê bigire. Eger îro ev operasyon li dijî HDP’ê pêk tê wê sibê dora wan be. Li Tirkiyeyê îro giyan û malê ti kesê ne di ewlihiyê de ye û her kes di xeteriyê de ye. Kurdan û HDP’ê ji bo ewlehiya vî gelî giyanê xwe daniye holê, lewra kesê ku dengê xwe derdixîne dixwaze bêdeng bikin.”

‘DEWLET DIXWAZE KURDAN JI HEVDÛ VEQETÎN E’

Hunermend Celal Ekîn jî anî ziman ku operasyonê îro li dijî HDP’ê berdewama polîtîkaya dewletê ya li dijî Kurdan e û got: “Piştî sala 2002’an û vir de pêvajoyek nû hate destpêkirin, ev pêvajojî ji bo ku Tirkiye bikeve yekitiya welatên Ewropa û ya din jî tinekirina Kurdan e. Di destpêkê de gotin, ‘Kurd tinen e û Kurd di eslê xwe de Tirkin’. Piştî vê gotinê êdî polîtîkayên xwe guherandin û gotin, ‘Birayên me yên Kurd’ ev poltîtîka dem bi dem li gorî pêvajoyê tê guhertin. Dewlet dixwaze Kurdan ji hevdû veqetîne û wan parçe bike. Bi vê yekê jî dixwaze Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê têk bibe. Her demê bi navek û bi hincetêkê li dijî siyaseta Kurd operasyon tên li darxistin. Ya girîng ew e ku li dijî van operasyon û êrîşan Kurd xwe xort bikin û ji her demê zêdetir xwedî li vîna xwe derkevin. Hemû êrîşên li dijî HDP’ê berdewama polîtîkayên şer yên AKP’ê ne.”

‘OPERASYONEKE TOLHILDANA SIYASÎ YE’

Ekîn da zanîn ku ji şer zêdetir tiştekî ku AKP bide civakê nîne û wiha pêde çû: “Polîtîka şer AKP’ê ber bi hilweşandinê ve dibe. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ji bo ku tayînkirina qeyûman, êşkenceya li dijî Kurdan û qeyrana li Tirkiyeyê ye ji rojevê derxîne, êrîş dike. Li aliyê din AKP niha siyaseteke ku dixwazin HDP’ê krîmînalîze bike dimeşîne. Ev desthilat desthilateke tasfiyekar e. Ev desthilat, hevrika xwe ya siyasî HDP’ê nikare bi rêya siyasetê têk bibe. Ji ber vê sedemê darazê bi kar tîne û hewl dide HDP’ê tasfiye bike. Ev pêkanîneke derveyî hiqûqê ye. Ev operasyoneke tolhildana siyasî ye.

Ev tevger bi binçavkirin, girtin û qetilkirina naqede. Her diçe desketiyên Kurdan ên li çar aliyên welat zêdetir û xurt dibe. Meseleya deshilatdariyê ev e ku çiqas dikare emrê xwe dirêj bike. Ev şerekî taybet û operasoyenekî tolhildanê ye.”