BI DÎMEN

Destên Tarî: Têkiliyên qirêj ên MÎT, Parastin û ENKS’ê

Ronahî TV, Xeleka yekemîn a Bernameya Destên Tarî ku têkiliyên qirêj yên MÎT, Parastin û ENKS’ê radixe ber çavan weşand. Bername cih dide îtîrafên sîxurên ku ji aliyê wan ve hatine rêxistinkirin û ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine şandin.

Li ser îdîayên medyaya Tirkiyeyê, ENKS û PDK’ê ku digotin, "Vê dema dawiyê li Rojavayê Kurdistanê siyasetmedarên ENKS’ê hatine girtin", Ronahî Tv dest bi karekî taybet ê rojnamegeriyê kir. Di encama lêkolîn û karekî 3 mehan de ji aliyê ekîbeke rojnameger ve hatiye kirin de bernameya 'Destên Tarî' hate amadekirin.

Bi alîkariya hêzên ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Ronahî Tv xwe gihand sîxurên ku ji aliyê MÎT, Parastin û ENKS’ê ve hatine rêxistinkirin û ji bo karên sîxurtiyê ji bo Rojavayê Kurdistanê hatine şandin.

Li gorî agahiyên ku Ronahî TV xwe gihandiyê li dijî sîxurên Parastin, ENKS û MÎT’ê, Hêzên Ewlekariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beriya demeke operasyoneke xurt bi navê “Pêngava Şehîd Şevger, Şehîd Karker û Şehîd Nagihan Akarsel” pêk anî ye û piraniya van sîxuran hatine girtin. 

Van sîxuran ku xwe li derdora navendên ENKS’ê yên li Rojava digrin, agahiyan di derbarê sazî, kesayet û hêzên leşkerî yên herêmê de digînin Parastinê û MÎT’ê. Cihên ku ji aliyê van sîxuran ve hatine destnîşankirin, ji aliyê balafirên bêmirov ên dagirkeriya Tirkiyê ve tên armancgirtin.

Li gorî îtîrafên sîxuran rêbazên Parastinê ya sîxurkirinê û navendên ku bi vê armancê bi kar tînin balê dikşînin ser xwe. Di hemû îtîrafên sîxuran de tê diyarkirin ku li Sêmêlê ya girêdayî Dihokê navendeke parastinê heye ku di bin navê lêpirsînê de kesên ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûr bûne dikşînin vê navendê û bi rêya pere, madeyên hişbir, gef û destavêtinê wan dikin sîxur. Sîxur destnîşan dikin ku endamên Parastinê û MÎT’ê di lêpirsînên wan de amade dibin û sîxurtiyê li ser wan ferz dikin. 

Piştî ev kes neçar dimînin ku sîxurtiyê qebûl bikin, wan perwerdeyên sîxurtiyê yên 15 heya 20 rojan re derbas dikin û dixin nav karên xwe yên qirêj. Kesên bûne sîxur, bi rêya telefon û înternetê agahiyan ji Rojavayê Kurdistanê digrin û rayedarên Parastin û MÎT’ê re parve dikin. Her wiha kampanyayên reşkirinê yên ENKS’ê li dijî Rojavayê Kurdistanê dimeşînin û dixwazin ciwanên Rojavayê Kurdistanê koçber bikin û wan bikşînin Başûrê Kurdistanê. Da ku tevger û cihên leşkerî fêr bibin, bi piranî berê xwe didin kesên li Rojava di qada leşkerî û saziyên rêveberiya xweser de kar kirine. 

Her wiha girêdayî navenda Simêlê herêma Duhokê du navendên din vî karî dikin; navenda Berdereşê û Domîzê ku weke wargeh tên bi navkirin, ev kesên bûne sîxur di bin çavdêriyê de tên hiştin, tên şopandin û qarên qirêj ên van cihan li wan tên kirin. Di van kampan de li ser kesên ku neçar mane koçberî wê derê bibin, sîxurtî, reşkirina saziyên Rêveberiya Xweser û bûyina çeteyên roj tê ferzkirin. Ev kesên bûne sîxur, di van wargehan de madeyên hişbir belav dikin û desdirêjiya zayendî li ser jinan ferz dikin.

Piştî ku Parastin û MÎT qaneh dibin ku ev kesên kirine sîxur ji bo wan êdî cihê baweriyê ne, wan dişînin Rojavayê Kurdistanê da ku bi wan karên xwe yên sîxurtiyê, êrîşên çekdarî û reşkirinê bidin meşandin. 

Bêguman ev agahî hemû xwe dispêrin îtîrafên sîxurên ku niha di destê hêzên ewlekariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne. Di xeleka yekemîn a Destên Tarî de, îtîrafên 4 kesên bi navê Elî Mihemed Mehmûd, Mihemed Receb Hisên, Orhan Ridwan Hesen û birayê wî Bûrhan ku bûne sîxur û ji bo Rojavayê Kurdistanê hatine şandin cih digrin. Ev her çar kes hevdu nas dikin û bi hev re karê sîxurtiyê kirine.

Di nava vê şebekeyê de, yê sereke Elî Mihemed Mehmûd e. Li herêma Şehbayê di nava hêzên leşkerî de maye, piştre derbasî Başûrê Kurdistanê bûye. Ji bajêrê Efrînê ye ku niha di bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de ye. Di dema lingê wî dikeve Başûrê Kurdistanê de, wî dikşînin navenda Sêmêlê û dikin sîxur. Di îtîrafên xwe de destnîşa dike ku cara ewil 29 rojan li navenda Sêmêlê maye û nav û cihên leşkerî yên Şehbayê li Parastin û MÎT’ê re ragihandî ye. Piştî wê ew careke din kişandine navenda Sêmêlê 18 rojan perwerdê danê û ew şandine Rojava.

Her wiha sîxurên bi navê Bûrhan û Orhan Ridwan Hesen ku birayên hev in û ji Qamişloyê ne jî, li Rojava di nava hêzên leşkerî de dimînin, lê apê wan ê bi navê Mihemed Xêr ku peşmergeyê roj e wan rêxistin dike û dikşîne Başûrê Kurdistanê û dibin sîxur. Her wiha ew apê wan çend biraziyên xwe yên din jî derbasî Başûr kirine û tevlî çeteyên roj kirine. Birhan û Orhan dest nîşan dikin ku li navenad Sêmêlê, kampa Berdereşê û Domîz mane û li van cihan karên sîxurtiyê kirine û hemû agahiyên leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê bi MÎT û Parastinê re parve kirine. Li gorî îtîrafên sîxurê bi navê Mihemed Receb Hisên û fotoyên wan ku bi dest ketine, Orhan û Birhan di van kampan de gelek karên madeyên hişbir, kûştin û destdirêjiya zayendî kirine. Her wiha piştî MÎT û Parastin gelek karên xwe yên qirêj bi wan didin kirin, berê wan jî didin Rojavayê Kurdistanê.
 
Sîxûrê bi navê Mihemed Receb Hisên jî ji Efrînê ye û li Rojava di nav hêzên leşkerî de maye û dema dikeve destê Parastinê hemû agahiyên leşkerî yên dizane; cih, tûnel, rêk û navên leşkerî bi Parastin û MÎT’ê re parve dike. 

Her wiha piştî ku van sîxuran derbasî Rojava dikin, ji wan dixwazin ku nav, cih û hejmara hêzên leşkerî ji wan re ragihînin, CPS bi seyareyan leşkerî ve bikin, mayinan bixin cih û arebeyan de û êrîşên leşkerî pêk bînin, cebilxaneyan biteqînin û di nava bajaran de tevlîheviyê çêbikin.

Her wiha li gorî îtîrafên wan têkiliyên wan bi sîxurên herêmên dagirkirî re jî çêdikin û cebilxaneyan ji herêmên dagirkirî ji van sîxuran re peyda dikin. 

Dîsa sîxur destnîşan dikin ku li gorî agahiyên ku wan dane dema balefirên bêmirov li van cihan dan, divê bişopînin, wêneyên wan bikşînin û ji wan re bişînin. 

Li gorî îtîrafên sîxuran Parastin û MÎT’ê li ser xeta Efrîn - Şehbayê xebateke sîxurtiyê ya taybet pêk tînin. Dest nîşan dikin ku berpirsên Parastinê ji wan re destnîşan kirine ku li Efrînê gelek xebatên wan hene, dikarin malbatên wan li wê derê wezîfedar bikin û dema tengav bûn jî dikarin birevin Efrînê û Serêkaniyê û ji we re bibe cihê xilasiyê. 

Van her çar sîxuran jî, bi devê xwe gelek kiryarên sîxurtiyê tînin ziman. Lê di plansaziya wan de hebû ku piştî derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin ev karê xwe yê sîxurtiyê bigînin asteke din. Lê hêzên ewlekariyê nehiştin ku ev plansazî pêk werin û zirareke mezintir bigînin gelên herêmê. 

Ev agahî û îtîrafên 4 sîxuran tenê xeleka yekemîn a Bernameya Destên Tarî bû. Bername wê her sêşemê seat 22’yan de were weşandin û di her xelekeke de hin îtîrafên sîxurên din û agahiyên nû di derbarê karên qirêj yên MÎT, Parastin û ENKS’ê de biweşîne.