Derket holê ku cihê Tûrgût ji helîkopterê avêtin ti zinar tine

Derket holê li herêma ku Servet Tûrgût ê li navçeya Şax a Wanê hate destgîrkirin ji helîkopterê avêtin, 19 rojan di beşa lezgîn de hate dermankirin, ti zinar tine.

Li navçeya Şax a Wanê leşkerên ku 11’ê Îlonê derketibûn operasyonê Servet Tûrgût ê bavê 7 zarokan destgîr kirin û ji helîkopterê avêtin xarê, piştî 2 rojan derket holê ku li beşa lezgîn a Nexwexaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê dihate dermankirin, 19 roj in li ber xwe dide.

Şahidên bûyerê anî ziman ku cihê Tûrgût lê hate destgîrkirin ti zinar tine, gotinên Walîtiya Wanê ji ‘zinaran ketiye’ ne rastin.

Walîtiya Wanê daxuyaniyek da bû û gotibû ‘Tûrgût li ser fermana rawest e, nerawestiyaye, dema ku xwest bireve ji zinaran ketiye xwarê û birîndar bûye.’ Şahidên bûyerê jî diyar kirin ku Tûrgût û Şiban bi awayekî tendurist destgîrkirin û birine.

Şahidên bûyerê anî ziman ku Tûrgût li cihê kîsên kayê lê hebûn bû, ji wir hate destgîrkirin. Piştre jî dîmenên cihê bûyerê derketin holê. Balkêşe ku cihê kîsên kayê lê ti zinar lê nîne.

Bendewariya malbatê ya li ber nexweşxaneyê ku rê nadin Turgût bibînin dewam dike.