Derewên şer, şeqama gerîla

Her ku çalakiyên gerîla didomin, lêgerîna dewleta Tirk a derewan û manîpulekirina raya giştî didome. Çalakî çendî mezin bin jî dewlet bi derewan dixwaze ser vê veşêre.

Ji berê vê tişta ku em ji dewletê dibihîsin, 'me gerîla xilas kir, nema dikarin çalakiyekê bikin'. Helbet ev rewş dibe rewşa derewên wan ên giştî, qalibbûyî. Her ku çalakiya gerîla zêde dibe derewên dewleta Tirk, manîpulekirina raya giştî û derewên wan zêdetir dibin. Heke mirov li xwe mikur were li ser vê mijarê pir li xwe zêde kirine. Çalakiyên gerîla hingî bi derewan berevajî dikin weke ku gerîlayê ku hatî çalakiyê bi zorê xwe xilas dike.  Piranî caran çalakiyên gerîla weke ku qet nebûyî didin, an jî ji bo ku li nav raya giştî ji bo ku bertekê çêneke, bi rengên cuda didin, hewl didin dengên ku derbikevin asteng bikin.

A rast li ser vê mijarê gotinên dewletê yên jiber hene. Dibêje ''bi 400-500 kesî'' êrîşê tînin, an jî ,''êrîşeke bi xayinî''. Bi rengekî ku hev temam bikin bi dehan sazî û rayedar dest bi axaftinê dikin. Tekane armanc ew e ku çalakiya hatî kirin weke nebûyî nîşan bidin, an jî bi zîrektiya xwe ya derewên pir pêşketî, encamên wê berevajî bikin. Lê kî çi dibêje bila bibêje di dest me de daxuyanî û belge hene. Li gel vê delîla herî mezin dîmenên çalakiyê hene ku bi kamera gerîla hatine girtin. Bi van belgeyan em ê hewl bidin ku rastiya şerê gerîla a li Kurdistanê û derewên dewletê vebêjin.


NAVEROJÊ ÇALAKIYA KETINNAVÊ

Cih 4'ê Gulana 2019'an, qereqola Şemzînanê ya Bêzokê. Piştî nîvro saet 14:10'an çek diteqin û dengê dirûşmên gerîla bi ser dengê qîrîna leşkeran hildibe. Gerîla naverojê bi ser baregekê de digire ku ev baregeh hewl dide ewlehiya qereqolê pêk bîne û ji mesafeyeke nêz derbê lê dide. Divê mirov bi bîr bixe qereqola Bêzokê li mintiqeya Barzan e ku artêşa Tirk tevgera dagirkeriyê li ser daye destpêkirin.

Ango her aliyê qada çalakiyê tije girên di dest leşkeran de û qereqol in. Helbet di çalakiyeke wia de tişta ku pêşî were bîra mirov ew e ku rayedarekî dewletê yê Tirk bibêje, ''Me mintiqeya Barzanê paqij kir''. Li qadeke wiha ku 'leşkerên qehreman' 'paqij kirî' dikare were gotin nikarein têkevin nav wan lê dîmenên çalakiyê hene.

GERÎLA DIKEVIN MEWZIYAN

Çalakî bi îmhakirina çekeke B7 û mewziyê dest pê dike û piştre dengê bombe û çekê bilind dibe. Gerîla bi rengekî pir rehet ji gir tevdigere û mewziyan îmha dike. Dema ku mirov bala xwe bide ser dîmenên ku Gerîla TV, mirov dikare dengê qêrîn û nalîna leşkeran bibihîse.

Bi çalakiyê re ku bi ketina nav wan dest pê dike û bilez bi êrîşê didome, gerîla dikevin nav mewziyan, ji ser cenazeyên leşkeran çekê radike. Di dîmenên çalakiyê de cenazeyên leşkeran xuya dikin û bi dîmenên diyar dibe ku çawa hatine îmhakirin. Meseleya esil ji vir û pê de dets pê dike. Di navbeyna daxuyaniyan û encam-dîmenên çalakiyê de cihêtiyeke mezin heye.

Têkilî çalakiyê beşek ji daxuyaniya ku HPG'ê dayî wiha ye: ''Bi ketina nav herêma baregehê, di encama çalakiyê de ya bi leza birûskê ya ji mesafeya nêz 3 mewziyên dijmin bi temamî ketine û ketine destê hêzên me.  Hêzên me bi ser 7 cenazeyên dijmin de çûne, çek ji ser wan rakirine û û tespît bûye ku di vê çalakiyê de 7 leşkerên din birîndar jî bûne. Di encama vê çalakiyê de ku hijmara kuştî û birîndaran bi zêdetirî tê nirxandin, hêzên me dest li ser 5 çekên şexsî yên G4, tifingeke mekîneyî ya otomatîk a BKC, 1 rexta G-3'yê, 1 zincîra BKC û 1 kaska leşkerî danîne. ''

HIJMARA WINDAHIYAN VEDIŞÊRIN

Ji daxuyaniya HPG'ê pir cihêtir Wezareta Berevaniya Millî ya Tirk hewl dide ku çend derewan di daxuyaniyekê bide. Beşek ji daxuyaniyê wiha ye: ''Îro terorîstan ji bakurê Iraqê hawan avêtine ser baregeheke me ser sînor a Colemergê, 3 hevalên me yên çekdar ên leheng şehîd bûne, yek hevalê me yê çekdar ê leheng birîndar bûye.''

Di daxuyaniyê de behsa mirina 3 leşkeran tê kirin lê piştre tê gotin leşkerê ku birîndar bûyî piştre li nexweşxanê dimire û tevahî hijmara 4 leşkerên mirî didin.  Helbet e tenê Wezareta Parastinê, Waliyê Colemergê jî dibe şîrikê vê derewê.  Eynî daxuyanî, eynî derew ji hêla Walitiyê ve jî tê pejirandin.  Helbet dema ku mirov li daxuyaniyan û li dîmenên çalakiyê dinere mirov dikare xweştir asta derewên wan bibîne. Gerîla naverojê çalakiya ketinnavê dike, dikeve nav mewziyan û çekê radike lê ji daxuyaniyên ku ji saziyên rayedar ên Tirk hatin, tê gotin ku êrîş bi hawaneke ji Başûr hatiye, pêk hatiye.

Çalakiya ku ketinanav wan ku gerîla bi saetan meşiyaye û pêk aniye weke êrîşeke bi hawanê tê di çapemeniyê de tê dayin. Lê rastî pir cuda ye. Her wiha hijmara leşkerê mirî 4 heb têne dayin lê HPG hijmara 7'an dide.  Em vê jî deynin alîyekî û li dîmenên berdest binerin. Gerîlayên ku çalakî kirin çekê ji ser leşkeran radikin, mirov li ser vê çi bibêje? Ango saziyên derewan her çendî bixwazin pîne bikin û veşêrin jî kêl nagirin. Ji ber ku rastî pir cuda ye û şeqama gerîla pir saxlem e.

DIXWAZIN GERÎLA QELS NÎŞAN BIDIN

Çalakî çi qasî mezin jî be bi rengekî dixwazin bi derewan ser bigrin û veşêrin. Çalakiyên ku gerîla bi bombeyan û çekên şexsî dikin, têne berevajîkirni û bi rengekî cuda bi raya giştî re par ve dikin. Heke mirov lê zêde bike, sedema sereke ya van derewan ew e ku dixwazin derewên xwe yên mezin dixwazin derewên ku xwe pê didin jiyîn veşêrin.  Lê derewa mezin a hikûmeta AKP-MHP'ê ew e ku dibêjin wan Tevgera Azadiya Kurd tine kiriye. Gotina, 'Me gerîla tine kir, nikarin çalakiyê bikin'', terisîna vê derewê ye. Ji bo ku ev derewa wan dernekeve holê ji mecbûrî derewên din li hev tînin. Encam dibe, 'derewên ku dora wan bi derewan hatiye pêçan.''

Divê mirov bipirse, heke gerîla bi hawanan çalakî kiribe yên li ser gir digerin kî ne? Bombeyên ku li gir diteqin, kî diteqîne? An jî dirûşma,''Em şervanên Rêbe Apo ne'', leşker dibêjin? Heke hawanên ji 'Kuzey Irak'ê leşker kuştin, kî ne yên ku çekan ji ser leşkeran radikin? Naxwe gerîla bi rengekî xef tê ser gir û dest li ser çêkên leşkerên bêdeng datîne û diçin. De qey leşker jî li ser vê rewşê tiştekî nabêjin û çekên xw radestî gerîlayan dikin.

Bi van derewan dixwazin li nav raya giştî wê têgihiştinê çêbikin ku gerîla qels bûye. Ji ber vê tim dibêjin, ''Ji dûr ve hawanan dibêjin. Nikarin derkevin pêşberî leşkerên me. Hêza wan nemaye. Me pişta terorê şikand'',  û dixwazin bi van derewê xwe bidin bawerkirin, lê daxuyaniyên HPG'ê û dîmenên ku Gerîla TV bi raya giştî re par ve dike her tiştî aşkere datîne holê.

PIŞTÎ ÇALAIYÊ JÎ DEREW

Weke ku derewên têkilî çalakiyê têrê nekirin, derewa dawî jî dihêlin piştî çalakiyê. Wiha xuya dike derewên xwe zêetir reşandine, xwestine ku zêdetir tesîrê pê ava bikin û hewl dane ku derewên wan zêdetir pêbawer bin. Çi qasî hewl didin jî gerîla vê jî pûç dike. Piştî çalakiyê Wezareta Parastina Millî vê daxuyaniyê dide: ''Piştî rûdanê hedefên terorîstan bi çarçoweya mafê xweparastina rewa ji hêla wasiyetên me yên testekê ya lêreşandinê ya bejahiyê ve li wan hatiye reşandin, operasyonên bi desteka tevgera hewyî hatiye destpêkirin.''

Bi daxuyaniyê her çendî bixwzin wê têgihiştinê çêbikin weke ku ketibin pey  gerîla jî rewş li vir hinekî cuda ye. Daxuyaniya HPG'ê ya piştî çalakiyê wiha ye: ''Piştî vê çalakiyê hêmanÊn TC'ê ya dagirker ku derbÊn giran xwarin, qada çalakiyê û gundên Sîrvan û Helanê bi helîkoptêrên Kobra û çekÊn giran bombe kiriye, piştre xwestiye ku derkeve eraziyê û seht bike. Vê gavê hêzên me li dijî yekîneya dijmin bi taktîka sabotajê çalakî kirine.''

Leşkerên ku piştî çalakiyê dixwazin derkevin eraziyê jî gerîla derbê li wan dixe û leşker paş ve vedikişin. Gerîla nahêle ku leşker derkevin eraziyê jî lê derewên, ''em tola wan dihilînin, li pey wan in'' didome. Her çendî bixwazin têkçûna xwe ya li meydana şer bi derewan binixumînin jî her roj bi şiqama gerîla her tişt derdikeve holê.