Derbarê binpêkirinên mafan serlêdana sûc kirin

Platforma Ji Rûxandina Sûrê re Na li taxên Lalebey û Alîpaşa yên Sûrê lêkolîn pêkanîn û derbarê binpêkirinên mafan de li Serdozgerê Komarê yê Amedê serlêdana sûc kir.

Bi mehan e li navçeya Sûrê ya Amedê rûxandin û qedexeya li ser taxan dewam dike, Platforma Ji Rûxandina Sûrê Re Na li taxên Lalebey û Alîpaşa lêkolîn pêk anî û derbarê binpêkirinên mafan de serlêdana sûc kir. Platformê li taxa Alîpaşayê ku ev 5 roj e bi bariyerên polîsan hatiye dorpêçkirin, lêkolîn pêk anî û daxwaznameya ku balê dikişîne ser binpêkirinên mafan radestî Serdozgerê Komarê yê Amedê kir û xwest der barê berpirsyaran de doza cemaweriyê bê vekirin. Daxwaznameya ku ji hêla parêzerên Komîsyona Hiqûqî ya Platformê ve hat dayîn de, aşkera kirin ku bi taybetî welatiyên li taxên Alîpaşa û Lalebeyê dimînin, av û ceryana wan hatiye qutkirin û tên mexdûrkirin.

Berî ku heyet serlêdana sûc bike, bi beşdariya Platforma Ji Rûxandina Sûrê Re Na, wekîlên HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp, Îmam Taşçier, rêveberên HDP û DBP'ê li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê.

‘BÊHIQÛQIYÊ DIKIN’

Berdevkê platformê Talat Çetînkaya daxuyanî da û destnîşan kir ku di lêkolînan de binpêkirinên mafan ên cidî hatine dîtin û xwest ku ev binpêkirin bên bi dawîkirin û der barê berpirsyaran de lêpirsîn bê destpêkirin.

Taşçiner jî da zanîn ku ji salekê zêdetir e li Sûrê qedexe heye, bi vê qedexeyê re dîroka 6 hezar salan dane binê lingan. Taşçier bi lêv kir ku derbarê kiryarên li dijî Sûrê, tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin û bang li saziyên hiqûqê kir ku bikevin nav hewldanan.