‘Dema ku mafê demokratîk qedexe be referandûm ne meşrû ye’

Parlemterê HDP’ê Legîn Botan pêvajoya Rewşa Awarte û referandûm nixand û wiha got: “Dema ku mafê demokratîk qedexe be referandûm jî ne meşrû ye.”

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan ji ajansa me ANF’ê re Rewşa Awarte nirxandi û destnîşan kir ku ti meşrûbûna guhertina destûra bingehîn an jî gûhertina rejîmek nû wê di çavê civakê de wateya tine be. Her wiha Lezgîn bal kişand ser biriyara Walîtiya Wanê ya ku qedexekirina  civînên vekirî û girtî, çalakî û meşan.

 ‘WALÎ BI DESTÛRÊN MEZIN VE HATINE ERKDARKIRIN’

Botan diyar kir ku AKP’ê hewl dana darbeyê ya 15 Tîrmehê wek ferset bi kar aniye û li ser vê jî civak xistiye bin zextê û dixwaze bêbandor bike. Lezgîn Botan destnîşan kir ku her wiha dîsa AKP’ bi binçavkirina Hevserok, Parlamentên HDP’ê û Hevşaredarên DBP’ê ve berê ku biçe referandûmê operasyonên xwe yên li dijî hezên Kurd û hêzen demokratîk ên ku wê bêjin ‘NA’pêk aniye. Botan wiha got; “ Walî bi destûrên mezin hatine erkdarkirin, rêveberiya awerte her derê hatiye îlankirin. Bi destê waliyan dixwazin referandûma ku di derfetên demokratîk de pêwîste pêk bê asteng bikin.”

 ‘SEPAN BI TEMAMÎ KEYFÎ TÊN BI KARANÎN”

Lezgîn Botan diyar kir ku Rewşa Awarte li dijî gelê Kurd hatiyê îlankirin û daxwaza wan bi Rewşa Awarte ve zextê, tundiyê, binçavkirina, girtina li dijî sedî 90 kesên ku di Kurdistanê de bêjin ‘NA’ meşandine. Botan di derbarê nerîna wan ya ku dibêjin ‘NA’ çawa tê astengkirin de axivî û wiha pê de çû; “ AKP kengê bixwaze wê her derê çalakî û mîtîngê xwe çê bike. Lê em kesên ku li dijî nerîna wan fikrê xwe tînin li ser ziman, ji bo me civînên vekirî û girtî, çalakî û meş hatine qedexekirin. Bes derfetê mîtîngê didin û ew jî bi destûra walîtiyê û bi dorpêçkirina hezaran polîs û leşkeren ve cihekî dervayê bajêr tê qebûlkirin. Şert û mercên gel wisa giran dikin ku dixwazin bila kes neyê van mîtînga û yên ku bên jî bila gelek zihmetiyan bikişînin. Li heremê potensiyela me ya sedî 90 heye, lê em nikarin mîtîngekî çê bikin.”

 ‘REFERANDÛM NE MEŞRÛ YE’

Parlamenterê HPD’ê Lezgîn Botan bal kişan li ser referandûma ku di pêvajoya Rewşa Awarte de tê çêkirin û wiha got; “Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi 6 miliyon hilbêjerê xwe û partiya sêyemîn a mezin dervayê komîsyona guhertina destûra bingehîn hiştin, ev yek tê wateya cûdakirina gelan ne. Guhertina destûra bingehîn bê nûnertiya partiya HDP’ê ji xwe antî demokratîk e û ne meşrû ye. Bi guhertina destûra bingehîn ve dixwazin sîstemek hê jî faşîstir bînin. Wê zilm û desthilatdarî jî zêde bibe.”

‘EM LI JIYANA XWE YA HEVPAR XWEDÎ DERBIKEVIN’

Botan diyar kir ku pêwîste gel li dijî rejîma yek mêriyê bêje ‘NA’ û wiha axivî; “Pewîste civak vê derfetê baştir kar bîne. Em di vê referandûmê de partiyek siyasî, hikûmetek nû, ka yê kî an jî parlamenteran nahilbijêrin. Em ê vê referandûmê ve sîstema parlamenter ya heyî, li hember wê jî sîstemek nû bi hezaran qatî zilmkar, faşîst û desthilatdar bixin dengdanê. Rixmê ku derfetên sîstema heyî ya parlamenter gûhertin û demokratîk kirin heye jî, li hember wê bi sîstema yek mêrî ve ew derfetê demokrasiyê jî dixwazin, holê rabikin. Ev derfeta ji aliyen gelan ve pêwîste baş bê kar anîn. Pewîste her kes biçe hilbijartinê û bi vê armancê ve pêşeroja zarokê xwe,  jiyana hevpar, jiyanek demokratîk xwedî derbikeve.”