Delegeyên Tevgera Azadî: Em ê bibin hêza çareseriyê
Endamên Tevgera Azadî, ku li Silêmaniyeyê kongreya xwe ya 2. pêk anîn, dan xuyakirin ku ew ê ji niha û pê ve hê bêhtir bibin hêza çareseriya pirsgirêkên siyasî û civakî.
Endamên Tevgera Azadî, ku li Silêmaniyeyê kongreya xwe ya 2. pêk anîn, dan xuyakirin ku ew ê ji niha û pê ve hê bêhtir bibin hêza çareseriya pirsgirêkên siyasî û civakî.
Ji delegeyên kongreyê Sinûr Kerîm da xuyakirin, ku kongreya wan di pêvajoyeke hesas de hatiye lidarxistin û vê yekê berpirsyariya wan zêde kiriye.
Kerîm got, "Em dixwazin bi hêza xurt a kongreyê, bi bandor dest bi pêvajoya nû bikin. Di du salên derbasbûyî de em bi roleke girîng rabûn. Ji xwe di demeke krîtîk de, yanî dema ku DAIŞ'ê hewl da li Kurdistanê komkujiyan bike, tevgera me ava bû. Di rewşa heyî de jî, ku li hundir krîzên siyasî û civakî hene, lidarxistin vê kongreyê girîng e. Yanî bi nexşerê û biryarên xwe re em dixwazin ji niha û pê ve di mijara çareseriyê de hê bi bandor bin."
'EM Ê XWE BISPÊRIN HÊZA JIN Û CIWANAN'
Kerîm diyar kir, Tevgera Azadî ne tenê tevgera partiyeke siaysî ye, hê bêhtir tevgereke civakî ye û anî ziman, ew ê xwe bispêrin hêza jin û ciwanan û bi vî rengî hê bi bandor bin. Kerîm got, "Em tevgereke welê ne ku pirsgirêkên civakî, yên şexsî û komî dixin rojeva xwe û ji bo çareserkirina wan têdikoşin. Em bawer in, jin û ciwan wê di nava vê tevgerê de bi roleke çalaktir rabin û pirsgirêkan çareser bikin. Dikarim bêjim, kongreya me di vê çarçoveyê de bi nîqaşên xurt derbas bû."
'NE TENÊ LI BAŞÛR EM Ê LI TEVAHIYA KURDISTANÊ BIBIN TEVGERA ÇARESERIYÊ'
Ji delegeyên kongreyê Berhem Letîf jî bibîr xist, kongre di demeke welê hatiye lidarxistin ku li Başûrê Kurdistanê bûyerên girîng diqewimin û got, "Weke hêzeke girîng a mûxalefetê ya li Başûrê Kurdistanê, kongreya me wê ji bo rêxistinbûna demokratîk a civakê nîqaşên girîng meşand. Ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêkênl i Başûrê Kurdistanê, wê jib o çareserkirina pirsgirêkên li gelemperiya Kurdistanê û herêmê, tevgera me bikeve nava hewldanan. Ez bawerim, em ê ji niha û pê ve di siyaset û civakê de hê xurt bin."
Egîd Selîm jî got, "Kongreya me rewşa li Kurdistanê û herêmê bi xurtî nirxand" û wiha dewam kir: "Bêguman di vir de çarenûsa gelê Kurd û siyaseta li ser bingeha neteweyî bê meşandin, mijarên sereke bûn. Ji ber ku di pêvajoyeke bi vî rengî ya dîrokî de pêwîstiya gelê me bi rpjeyeke dikare bibe çareserî ji pirsgirêkan heye. Kongreya me wê pêvajoya bihurî analîz bike û bi xurtî bikeve serdema nû."