Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Deklarasyona Newrozê: Em ê bi teqezî bi ser bikevin

KCD, HDP û DBP li gel partiyên din ên Kurd li Amedê bi dirûşma, ''Bi teqezî em ê bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin' Deklarasyona Newrozê ragihand.

Îtifaqên partiyen Kurd bi civîna çapemeniyê deklerasyona Newroza 2019'an aşkere kir. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, deklerasyon aşkere kir û got: "Em ê Newroza 21’ê Adara 2019’an bi bi dirûşma Em ê teqez bi ser bikevin, tecridê bişkînin pîroz bikin. Newroz li dijî faşîzmê bihara gelan e, îsal jî li welatê me û li Rojhilata Navîn, di nav şert û mercên dîrokî de wê bi wê dirûşmê bê pîrozkirin. 

Îtifaqen partiyen Kurd bi civîna çapemeniyê deklerasyona Newroza 21'ê Adara 2019'an bi raya giştî re par ve kir. Civîn li otelek Sûrê ya Amedê hat lidarxist. Di civîna aşkerekirina deklerasyona Newrozê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, Parlamentera HDP'ê Bero dundar, nûner û hevserokên partiyên Kurd Partiya Kominîst a Kurdistan, Hareketa Azadî, Komeleya Şoreşgerên Demokrat ên Kurd (DDKD), TJA, Partiya Însan û Asadî, Platforma Demokratên Kurd-Bakur (PDK-Bakur) û Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiye (PDK-T) û gelek nûneren din amade bûn. 

Di civînê de Hevserokê KCD'ê Bertan Ozturk, deklerasyona Newrozê xwend. 
 
Deklerasyona Newrozê wiha ye:

''Bi hatina biharê re, tenê zor û zehmetiya zivistanê naqede. Bi hatina biharê re tengahî û astengiyên civakî jî hêdî hêdî ji holê radibin. Bihar, coş û ahenga vejînê ya xweza û mirovan e. Xwezayê, karakterê xwe yê vejînê daye civak û mirovan. Loma bi hezaran sal e, hatina biharê bi coşeke mezin ji aliyê gelan ve hatiye pîrozkirin. Ew qaşilê ku civak fetisandine, bi hatina biharê re hêdî hêdî radibe. Ev têkiliya xweza û civakê, bi hezaran sal e wekî normeke xwezaya şaristaniyê xwe dubare kiriye û heta îro jî hatiye. Bi hatina biharê re dilopên vejînê di ser civakan de dibarin. Ew dilopa vejînê ya biharê, Newroz e. Newroz; ew roja nû ye ku avêtina wê qaşilê li ser civakan ferz dike. Wateya Newrozê ji bo xwezaya civaka me, azadî ye. Avêtina wê qaşilê ye. 

Bihar Newrozê, Newroz berxwedanê, berxwedan jî azadiyê tîne. Çawa ku em dizanin piştî zivistanê bihar tê, em dizanin ku piştî tengahiyê jî firehî tê. Ev têkilî, rastiya xwe ji xwezayê digire. Newroz ji destpêka şaristaniyê heta niha, li dijî zilmê berxwedan û serfiraziyê tîne bîra mirov û civakan. Li aliyekî zilm û zordarî, li aliyê din berxwedan û serfirazî. Li aliyekî Dehaqê zalim, li aliyê din Kawayê Hesinkar (Kewayê Asinger) ê berxwedêr. Newroz, li dijî zilma Dehaq, mizgîniya serkeftina Kawayê Hesinkar dide. Daxwaza azadiyê ya Kawayê Hesinkar, bi salan e hêviya civakan geş kiriye û îro jî wê hêviyê geş dike. Îro li Rojhilata Navîn, agirê Newrozê di dilê gelê Kurd de pêketiye û hêviya azadiyê geş kiriye. 

Newroz bi hezaran sal e, hem ji aliyê gelê Kurd ve hem jî aliyê gelên bindest ve wekî sembola berxwedanê tê pîrozkirin. Di serî de gelê Kurd û gelên bindest yên li Rojhilata Navîn, bi hezaran sal e, Newrozê wekî sembola serkeftina berxwedanê pîroz dikin. Em ê jî wek partî, Newroza 21’ê Adara 2019’an bi wê armancê, bi wê daxwaza berxwedanê û bi dirûşma “EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN, TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN” pîroz bikin. Newroz li dijî faşîzmê bihara gelan e, îsal jî li welatê me û li Rojhilata Navîn, di nav şert û mercên dîrokî de dê bi wê dirûşmê bê pîrozkirin. 

Newroz li gorî taybetmendiya wê ya dîrokî û girîngiya wê, ji bo gelê Kurd berdewamkirina mîrasa wê berxwedanê ye. Ew berxwedan îro ji bo gelê Kurd wek meseleyeke man û nemanê ye. Ew berxwedan li dijî zilmê wek berxwedana mazlûman di hişûbîrê civakan de bi cih girtiye. Ev roj roja vejînê ye, roja hişmendiya hebûnê ye. Newroz îro jî ji bo hebûnê, berxwedanê tîne bîra me û vê rastiyê nîşanî me dide. Îro jî karakterê esas ê Newrozê berxwedan û azadî ye. Loma jî ji Dehaqan heta îro, zalim û zordar tim ji vê berxwedan û azadiyê ditirsin. Newroza sembola vejîna heqîqeta gelan e. 

Ruhê Newrozê yê azadîxwaz û berxwedêr, agirê Newrozê yê guherîn û veguherînê, tenê di dilê gelê Kurd de geş nabe. Piştî berxwedana bêhempa ya 40 salên dawî, ew agirê Newrozê yê ku pêketiye, îro di dilê gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê de jî hêviya azadiyê gur û geş dike. Newroz îro bûye hêviya rizgariya hemû gelên bindest. Gelên bindest îro ji wî ruhê berxwedêr, ji wî karakterê rizgarker ê û ji wê mîrasa berxwedanê ya Newrozê hêz digirin û li dijî zalim û zordaran têkoşîna man û nemanê didin. Newroz îro çavkaniya têkoşîna gelan e. Loma ew berxwedana dîrokî îro jî bûye xewnekabûsa Dehaq û desthilatdarên xwînmij yên roja me. Bi kurtasî Newroz ala azadiyê û cejna serkeftinê ya gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û hemû gelên bindest e. 

Bloka AKP-MHP’ê bi polîtîkayên nijadperest û înkarê, şerê heyî kûr dike û li dijî gelê Kurd, hestên nijadperest yên civaka Tirkiyeyê bi kar tîne. AKP-MHP, dixwaze gelan bîne pêşberî hevdu û hebûna xwe li ser vê çerxa nijadperest ava dike. Ev blok hemû çavkaniyên Tirkiyeyê ji bo kûrkirina şer, ji bo domandina înkarê bi kar tîne. Lê pergala faşîzma AKP-MHP’ê ya şer, pevçûn û talanê êdî nêzikî rojên xwe yên dawî bûye. Loma jî her ku diçe zêdetir êrîş dike, zilm û zora xwe tîne asteke hovane. Em baş dizanin xezeba wan ji tirsa nava wan tê. 

Tifaqa AKP-MHP’ê tifaqeke yekparêz e, dixwaze ku baxçeyê rengîn ê gelan bifetisîne, hemû dewlemendiyên me tune bike, hemû cudahiyên me ji holê rake. Ji bo vê jî hemû çavkaniyên aborî, hemû hêza leşkerî, hemû derfetên civakî, çepemenî û burokratîk seferber kirine. Lê çiqas hêza wan hebe jî, heta niha hêza gel têk nebirine, baweriya gel neşikandine. Bi Taybetî ew berxwedana ku bi pêşengiya Hevseroka KDC’ê û parlementera me ya Colemergê Leyla Guven dest pê kiriye û ji aliyê hezaran girtiyên azadiyê û aktîvîstan ve tê domandin, li dijî faşîzmê nîşana berxwedaneke topyekûn e. Berxwedana greva birçîbûnê, li her qadê, li her derî, rûyê reş ê faşîzmê eşkere û îfşa kiriye. Ev berxwedan her roj bi dilsozî û bawerî mezin dibe. Daxwaza hemû berxwedêran yek e: ew jî şikandina tecrîdê ye. Divê dewlet guh bide vê daxwazê, yasayên xwe binpê neke û bi cih bîne. 

Ruhê 8’ê Adarê wê 21’ê Adarê, roja Newrozê û qadên Newrozê jî germ bike. Bi milyonan kes, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan ku ji Nîsana 2015’an vir ve bi awayekî derhiqûqî tê meşandin, dê daxwaza azadiyê biqîrin. Dewlet jî baş dizane, şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan, têkçûna faşîzmê, serkeftina demokrasî azadiyê ye. Loma vê tecrîdê didomînin. 

Divê neye jibîrkirin, tecrîd îro li ser tevahiya civakê hatiye belavkirin. Hemû civak di bin tecrîdê de hatiye fetisandin. Tecrîd, qeyrana aborî ye, kûrbûna şer e, têkçûna cotkariyê, talana xwezayê ye. Tecrîd, bêkarî, xizanî ye. Dixwazin ku vê qeyranê, bi êrîşkirina gelê Kurd, bi belavkirina tecrîdê veşêrin. Çimkî li dijî zilma wan agirê berxwedanê yê Newrozê belavî her derê bûye. Ji Baxoza Dêrazorê heta Kobanê û Cizîr û Stenbolê, zilm têk diçe, berxwedan bi ser dikeve. 

Tifaqa AKP-MHP’ê, tecrîd li ser tevahiya civaka Tirkiyeyê belav kiriye, lê ew bi xwe jî ji derve, ji aliyê hêzên cîhanî ve tên tecrîdkirin. Ev bloka faşîst, hem li dijî çanda Kurdan, hem li dijî zimanê Kurdî hem jî li dijî hebûna Kurdan e. Êrîşî nûnerên Kurd dike, bi destê qeyiman êrîşî îradeya Kurdan dike şaredariyan desteser dike. Êrîşî saziyên jinan û destkeftiyan jinan dike. Sazî, enstîtu, rojname, kovar, dibistan û pêşdibistanê Kurdî digire, navên şexsiyetên navdar ji kolan û park û tabeleyan dadixîne. Em ê bi ruhê berxwedêr ê Newrozê, 31’ê Adarê şaredariyan xwe rizgar bikin û bersiva xwe bi wî awayî bidin bloka AKP-MHP’ê. 

Di rêya azadiyê de em bi agirê Newrozê ronî dibin. Azadî bûye nasnameya me û em bi vê hişmendiyê li benda hilbijartina 31’ê Adarê ne. Newroza 2019’an dê heta 31’ê Adarê dê berdewam bike. Em ê mal bi mal, kuçe bi kuçe, tax bi tax, gund bi gund, bajar bi bajar bigerin, bixebitin û xebatên xwe yên hilbijartinê bi ruhê Newrozê bidomînin. Em ê li xwe, li îradeya xwe, li bajarên xwe xwedî derkevin. 

21’ê Adarê, li dehan bajaran, li sedan navçeyan, û bi hezaran gundan, em ê Newrozê bi hev re pîroz bikin. Em ê Newrozê bikin roja biryardarî, bawerî û dilsoziyê û silavekê bidin biharê. 

Em bi dil û bi biryar in. Ev jiyan dê bi têkbirina faşîzmê watedar bibe. Bi vê hişmendiyê, bi ruhê vejînê, em hemû dilxwazên azadiyê, hemû gelên bindest, dawetî cejna Newrozê dikin. Werin em bi hev re silavekê bidin biharê û tîrêjên azadiyê. Werin di rêya aştî û azadiyê de, em bi agirê Newrozê ronî û germ bibin. Ji niha ve Newroz Pîroz Be…''