DDB, doza jêrzemînên Cizîrê bi hinceta 'belgeyên kêm' red kir!

Hinceta biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) a li ser doza jêrzemînên Cizîrê, ku komkujî lê hatibû kirin, li Rojnameya Fermî hate weşandin. Ji bo hinceta redkirinê jî hate îdîakirin ku belgeyên kêm di dema xwe de nehate temamkirin.

Serlêdana têkildarî komkujiya li jêrzemîna sêyemîn a li taxa Cûdî ya Cizîrê, ku di dema berxwedana xwerêveberiyê ya sala 2015-2016'an de qewimî û di nava raya giştî de weke "jêrzemînên hovîtiyê" tê naskirin, di 21'ê Nîsanê de red kiribû.

Dadgeha Destûra Bingehîn hinceta vê biryara xwe îro li Rojnameya Fermî weşand. Dadgehê mîna biryara xwe ya li ser komkujiya li Roboskî di vê dozê de jî heman hinceta xwe dubare kir û îdîa kir ku 'belge kêm mane'.

Doza têkildarî komkujiyên li jêrzemînên yekemîn û duyemîn jî hîn dewam dike. Li gorî agahiyên ku ji aliyê parêzerên dozê ve hatin dayin, di serlêdanên têkildarî jêrzemînên yekemîn û duyemîn de ti kêmasî nîne û lêkolîn dewam dike.