Dayîna betaniyan ji bo şandeyê hat astengkirin!
Dayîna betaniyan a ji bo şandeya DEM Partiyê ku li Deriyê Sînor ê Xabûrê tên rawestin, hat astengkirin.
Dayîna betaniyan a ji bo şandeya DEM Partiyê ku li Deriyê Sînor ê Xabûrê tên rawestin, hat astengkirin.
Şandeya ji Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, malbatên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve bi SÎHA’yan hatibûn qetilkirin, Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û MEBYA-DER’ê pêk tê ji bo cenazeyê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn werbigirin xwestin di Deriyê Sînor ê Xabûrê ve derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. Şande ji duh ve li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê li beşa noqteya kontrolkirina pasaportan bi hinceta “Sîstem nîne” tê sekinandin.
Rêxistina DEM Partiya Şirnexê û parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan serdana şandeyê kirin û xwestin betaniye bidin şandeyê. Lê peywîrdar û rayedarên deriyên sînor bi hinceta “qedexeye” destûra betaniyan nedan.
Şande li bendê ye ku derî were vekirin û derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.