Dayikên Mexmûrê ji Serokkomarê Iraqê re nameyeke vekirî nivîsîn

Li ser navê dayikên Mexmûrê ku ev 19 roj in li ber seytereya PDK’ê çalakiya rûniştinê pêk tînin hevşaredara Mexmûrê, ji serokkomarê Iraqê Berhem Salih re nameyeke vekirî nivîsî û bang lê kirin ku ji bo dawîlêanîna vê ambargoyê bikeve nav hewldanan.

Li ser navê dayikên Mexmûrê yên 19 roj in li ber seytera PDK’ê çalakiya rûniştinê pêk tînin, Hevşaredara Wargeha Şehîd Rustem Cûdî-Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan, ji Serokkomarê Iraqê Berhem Salih re nameyeke vekirî nivîsî û bang kir ku demildest ji bo dawîlêanîna ambargo û dorpêçê bikeve nav tevgerê.  Di nameyê Îlhan bal dikêşe ser sekn û helwesta gelê wargehê ya bi biryar û dibêje, “Berê ev rêbaz hatine ceribandin. Ti zext, ambargo û tecrîd, nikarin gelê wargehê ji riya wan vegerînin.”

Îlhan, di nameyê de bal dikêşe ser rewşa lezgîn a mirovî ya wargehê jî û dibêje, “Ev sepandina li ser wargehê li ti deverên cîhanê nehatiye dîtin. Ev rûreşiya kesên pêwendîdar û şerma mirovahiyê ye.” Name wiha ye:

“Ji bo Serokkomarê Komara Iraqê rêzdar Berhem Salih re;

Weke hûn ji nêz ve dişopînin, ev bû du (2) meh in li ser wargeha me ya penaberan Mexmûrê ambargo, dorpêç û tecrîdeke aborî, mirovî û ewlehî hatiye danîn. Wargeha Şehîd Rustem Cûdî-Mexmûr ku di sala 1998’an de bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û destûra dewleta Iraqê hatiye avakirin, niha bi awayekî bê heq û hiqûq di bin tecrîd û ambargoyê de tê hiştin. Gelek caran hewldan û serlêdanên me yên hevdîtina dezgehên pêwendîdar re ji bo çareseriyê çêbibe jî ku mexduriyeta gelê wargehê hîn zêdetir nebe û nebe sedema texrîbatên kûrtir, lê belê heta niha ji me re ti bersiv nehatiye dayîn, veger li me çênebûye.

'DEMA DAÎŞ'Ê ÊRÎŞÎ KERKÛK, ŞENGAL Û HEWLÊRÊ KIR GELÊ WARGEHÊ BI CAN Û MALÊ XWE BERGIRÎ KIR'

Em dizanin ku cenabê we di van mijaran de bihîstiyar û xwedî helwest e. Ji bo derfetên ku em rasterast xwe bigihînin we û pirsgirêkê bi we re ragihînin tine ye, em bi riya çapemeniyê nameyeke wiha vekirî ji we re dişînin.

Weke ji aliyê cenabê we ve tê zanîn, gelê wargehê xwedî nasnameyeke siyasî û neteweyî ye. Bi heman awayî jî xwedî hest û helwesta neteweyî û welatperweriya Kurdistanî ye. Ev mijara bi dehan caran hatiye îspatkirin, hewce nake ku em dûv û dirêj rave bikin; hema bi du mijaran be jî heke mirov  mînak bide; dema êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Kerkuk, Şengal û Hewlêrê pêk hatî, gelê wargehê bi giyana welatperwerî û neteweyî bi mal û canê xwe bergirî kir û xaka Kurdistanê parast. Di vê berxwedanê de gelek şehîd û bedel jî dan, niha jî xwedî vê bîr û baweriyê ye.

'JI BER ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK 9 MIROVÊN LI WARGEHÊ HATIN QETILKIRIN'

Ligel ku wargeh di bin ewlehiya Destûra Bingehîn a Dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî de ye jî, di van demên dawî de bi gelek êrîşan re rû bi rû ma. Heta niha 3 caran balafirên dewleta Tirk êrîşî wargehê kirine, 9 welatî qetil kirine, gelek kes birîndar bûne û gelek zerer û ziyana maddî pêk hatiye. Ev mijareke eşkere ye ku dewleta Tirk, li dijî serwerî û serdestiya dewleta Iraqê di nav dek û dolab û lîstokan de ye, xak û serweriya Iraqê binpê dike. Çi bi êrîşan, çi jî bi dagirkirina hin deveran, ev armanca xwe eşkere kiriye.

'JI BER AMBARGOYÊ GELEK NEXWEŞ NIKARIN BIÇIN NEXWEŞXANEYAN'

Herî dawî ji 18’ê Tîrmeha 2019’an ve li ser wargehê ambargoyeke keyfî, bê hiqûq û der mirovî ku li ti deverên cîhanê nehatiye dîtin, tê pêkanîn. Ketin û derketina wargehê hatiye qedexekirin. Ji ber vê ambargoyê di serî de pirsgirêkên derman û nexweşxane, ava paqij, qût û erzaq, ewlehî, perwerdehiyê, gelê wargehê bi gelek pirsgirêkên jiyanî re rû bi rû maye. Rê li ber nexweşên giran û kronîk ku divê rojane biçin nexweşxanê û di bin kontrola doktar de bin, tê girtin. Weke we jî di çapemeniyê şopandiye, heta niha du dayikên ducanî  li ber seytera PDK’ê ji bo ku çûna wan a nexweşxanê ya li Hewlêrê hatiye astengkirin, zarokên wan di zikê diya xwe de jiyana xwe ji dest dane; dayikekê li ber seyterê zaroka xwe aniye dinê. Gelek nexweşên mîna dil, şekir, tansiyon û diaylîzê hene lê ji bo ku nikarin biçin nexweşxanê, nexweşiya wan gihaştiye asteke veneger.

'DEBARA SEREKE KARKERÎ YE, LÊ KARKER NIKARIN BIÇIN KARÊ XWE'

Li wargehê derman, amûrên paqijiyê, ava vexwarinê pêdiviyên mirovî kêm bûne, an jî qediyane. 25 roj in cîhaza klorkirina avê xirab bûye lê ji ber vê ambargoyê, şêniyên wargehê neçar in ava bê klor, ango paqijnekirî vexwin. Vê jî rê li ber gelek nexweşiyan vekiriye û dibetiya metirsiyên mezintir derdixe holê!

Debara sereke ya wargehê, karkerî ye. Bi ambargo û tecrîda li ser wargehê re karkerên ku diçûn bajêr karkerî dikirin û debara xwe dikirin, ji karê xwe bûne. Dîsa gelek karker ji karên wan hatine dûrxistin.

Her wiha ji bo ku serdema dibistanê destpê kiriye, pêwîstiyên şagirt û xwendekarên li wargehê nikarin bên peydakirin û pêkanîn. Dîsa xwendekarên zankoyê ku diçin bajarên weke Hewlêr û Silêmaniyê nikarin biçin û hîndekariya xwe bidomînin.

Gelê wargehê gelekî bi rûmet û xîret e, xwedî nasname, bîrdozî, bîr û bawerî ye. heta niha gelek ambargo, dorpêç, rêgirî lê hatine kirin; êrîşên çekdarî jî tê de, gelek caran bi êrîşan re rû bi rû maye. Lê belê ti car dev ji nirx, rûmet, bîr û baweriyên xwe bernedaye û bernade jî. Gelê wargehê bi derfetên xwe yên kêm û afirîneriya xwe hewl bide xwe li ser piya bigire jî, ev ambargoya der mirovane nayê qebûkirin.

'JI BO ÇARESERIYÊ BIKEVIN NAVA HEWLDANAN'

Weke me rave kirî, di nava van du mehan de me gelek caran hewl da ku bi riya diyalog û hevdîtinan pirsgirêkê çareser bikin. Ji bo vê me serî li hemû dezgeh û rêbazan da. Lê belê destê me li hewa ma. Ev ambargoya niha li ser wargehê tê sepandin û ferzkirin, trajediyeke mirovî û li dijî mafê mirovan ê gerdûnî ye.

Ji bo ku gelê wargehê ji ti hewldan û serlêdanan encam negirt, komeke dayikên wargehê xwest bimeşin Hewlêrê, balê bikêşin ser bûyerê û bi muxatabê pirsgirêkê hevdîtin bikin. Lê mixabin dayik li ber seytera destpêkê ya derketina wargehê ji hêla hêzên PDK’ê ve hatin rawestandin û destûr nehat dayîn ku dayik armanca xwe pêk bînin. Lewre dayikan ji bo vê helwesta xizmeta neteweyî û welatparweriyê nake protesto bikin, li ber seyterê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û ev 19 roj in dayik li ber seyterê vê çalakiya xwe didomînin. Ez jî weke hevşaredara wargehê ku ji destpêka çalakiyê de li gel dayikan im û piştgirî didim wan; li şûna ku xizmetguzariya gelê wargehê bikim li vir bi dayikan re çalakiya rûniştinê pêk tînim. Lewre ti qadeke ku ez xizmetguzariyê bikim û pirsgirêkên gel ên aborî, tendirûstî, perwerdehî, paqijî, bajarvanî û binesaziyê çareser bikim neyatiye hiştin, ez jî li gel dayikan di nav çalakiya protestokrinê de me.

Lewre li ser navê dayikên ku ev 19 roj in li ber seyterê çalakiya rûniştinê pêk tînin me xwest weke dengê xwe bigihînin we û daxwazên xwe ji we re ragihînin. Em dizanin ku hûn hem weke kesayeteke welatperwer ê Kurdistanî, hem jî weke Serokkomarê Dewleta Iraqê di derbarê vê mijarê de xwedî bihîstiyarî û helwest in. Lewre em weke dayik ji cenabê we daxwaz dikin ku ji bo demildest dawî li ambargoya li ser wargehê bê anîn, mexdûriyetên gelê wargehê bên pêşwazîkirin û ji wargehê re îzahata vê ambargoya dij qanûnî û der hiqûqî bê kirin, bikevin nav liv û tevgerê. Em hêvîdar in ku hûn ê bi ziravî û nazikî li ser mijarê rawestin û demildest bikevin nav hewldanên pêwîst."