Dayikên Mexmûrê: Êriş bi xiyanet û hevkariya PDK'ê têne kirin

Şêniyên wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrişên li ser Şengalê şermezarkirin û diyar kirin ku ew êriş bi îxanet û hevkariya PDK’ê tên kirin.

Di van rojên dawî de êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê zêde bûne. Di 7’ê Kanûnê de balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a faşîst wesayîta Hevserokê Konseya Rêveber a Xweseriya Demokratîk a Şengalê Merwan Bedel bombebaran kir. Di êrişê de Merwan Bedel şehîd û du zarokên wî birîndar bûbûn. Piştî du rojan careke din Meclîsa Gel a Xanesorê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk hat bombebarankirin. Li hember van êrişan ciwanên Şengalê nerazîbûn nîşanî hêzên hikûmeta Iraqê yên li Şengalê dan. Tevî ku leşkeran bi çekan êrişê ciwanan kirin, lê ciwanan gav bi paşve neavêtin.

Li hember van êriş û bûyerên ku li ser hevdu li Şengalê hatin pêkanîn, li seranserê cîhanê Kurdistanî û dostên wan nerazîbûnê nîşan didin. Çalakiyên girseyî hatin lidarxistin û hîna jî didomin. Her wiha li her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd li hember van êrişan li qadan bûn. Yek ji cihên ku li hember van bûyer û êrişan bedeng nema Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) e. Dayikên wargeha Mexmûrê êrişên dewleta Tirk a dagirker, hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re û bêdengiya hikumeta Iraqê û hêzên navneteweyî şermezar kirin.

 

‘BÊDENGIYA HIKÛMETA IRAQÊ HEVKARTIYA WÊ DIDE NÎŞANDAN’

Ji dayikên wargehê dayika Hacer Kara diyar kir ku sazî û destgehên Iraqê bi bêdengiya xwe hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re dide nîşandan û wiha axivî: “Ez wek dayikek ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) vê êrişê şermezar dikim. Di vê heftiyê de du car Şengal hat bombebarankirin. Ez bang li Neteweyên Yekbûyî, hikûmeta Iraqê û sazî û destgehên li Iraqê, her wiha bang li tevahî cîhanê dikim û dibêjim hûn çima bêdengin. Hikûmeta Iraqê dibîne ku dewleta Tirk tê axa wî bombebaran dike, çima li hember vê deng dernaxîne. Ev bêdengiya wê dide nîşandan ku hevkariya wê dike. Çawa wijdana wan qebûl dike. Dewleta Tirk dixwaze Kurdan tune bike, qetil bike.

‘WÊ DEWLETA TIRK BI XWE TUNE BIBE’

Ev sê mehin ku dayikên li ber deriyê Sêmalka cenazeyên zarokên xwe ji PDK’ê dixwazin. Lê PDK vê nabîne, li xwe pirs nake bê ka dewleta Tirk çawa wî bikar tine, çawa hevkariya wan dike. Çend caran werin bombebarankirin jî heya Kurdek mabe, heya dayîkek mabe, wê nikare Kurdan tune bike. Yê tune bibe dewleta Tirk e, ewê tune bibe. Em bang li saziyên mafê mirovan dikin ku li hember van êrişan dengê xwe derxînin.”

 

‘DEWLETA TIRK BI PDK’Ê RE VAN ÊRIŞAN PÊK TÎNE’

Dayika Rûxweş Efrîn jî piştgiriya xwe ji bo xelkê şengalê re anî ziman û êriş bi tundî şermezar kir.

Dayika Rûxweş diyar kir ku êriş li ber çavê raya giştî ya cihanê û hikûmeta Iraqê pêk hatiye û got: “Ev bêdengiya wan tê çi wateyê? Diyare hevkariyê dikin. Dewleta Tirk di bin siya hikûmeta Iraq û PDK’ê de van êrişan pêktîne. Em wek jin û dayikekê vê yekê qebûl nakin. Em piştgiriyê didin xelkê Şengalê.”

Dayika Rûxweş di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku PDK li şûna ku pêşmergeyên xwe ji êrişên DAÎŞ’ê biparêze bera hemû çekên xwe yên giran daye gerîlayan û wiha pêde çû: “Em êrişa PDK’ê ya li ser gerîla pêk tîne şermezar dikin. Bila li xwe vegerin, dest ji vê dijminahiyê berdin. Em bangî tevahî Kurdan dikin li hember van êriş û kiryaran rabin.”