Dayikên Aştiyê PDK û dewleta Tirk protesto kirin

Dayîkên Aşitiyê hevkariya PDK û dewleta Tirk protesto kirin.

Endamê Înîsayatîfa Dayikên Aştiyê ya Êlih û Sêrtê, hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û hewldanên provakatîf ên ên şer protesto kirin. dayikan li ber Navenda Kar a Nasiroglû ya li Êlihê daxuyanî dan. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî û gelek HDP’î jî tevlî daxuyaniyê bûn.

Li ser navê dayikan endamê înîsiyatîfê Mûhlise Hinar axivî û diyar kir ku ji bo pêşîgirtina komkujiyan çi ji destê Kurdan bê divê bikin û wiha got: “Em komkujiya birakujiyê naxwazin. Kesên hinek wijdanê wan heye vê tiştî naxwazin. Kesê ji xwe re dibêjin mirov divê yekitî û aştiyê bixwazin.”

‘ÊDÎ BES E!’

Hinar, bi gotina “Êdî bes e, bila yekitiya neteweyî çêbibe” axaftina xwe domand û ji bo rawestandina xwînê ev bang li ciwanan kir: “Bi rûniştina li ser maseyê lihevkirin dibe. Ki dibe bila bibe divê pêşî li aştiyeke bi rûmet veke. Em mirina ciwanan naxwazin. Êdî bes e. Rondik di çavên dayikan de neman. Çareserî li ser masê ye. Xwîn bi xwînê nayê paqijkirin bi avê tê paqijkirin.”

Piştî daxuyaniyê dayikan bi tilîliyan laçikên xwe avêtin erdê û daxwaza yekitiya neteweyî kirin.