Dayikên aştiyê çûn serdana malbata Şenyaşar

Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê çûn serdana malbata Şenyaşar a ku di Nobeta Edaletê de ye.

Xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de êrişî Malbata Şenyaşar kir û di encamê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê Adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 619’an de didome.

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê ji bo piştevaniyê hat serdana malbatê. Her wiha hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Mêrdînê jî li gel dayikan hatin serdanê. 

Di çalakiyê de yek ji Dayikên Aştiyê Besna Gunay da zanîn ku ew li edaletê digerin û wiha got: “Em naxwazin ku ji girtîgehan cenaze derkevin. Bila êdî pêşî li şer û mirinê bê girtin. Dayika Emîne ev nêzî 2 sal in li pey heq, hiqûq û edaletê ye. Em dixwazin ku heq û hiqûq bi cih bê.” 

Hevseroka HDP’a Mêrdînê Berîvan Bahçecî jî got ku ji bo bibin dengê Emîne Şenyaşar hatine serdanê û wiha domand: “Vê bêedaletiya li dijî Malbata Şenyaşar bi dawî bikin. Dawî li vê bêhiqûqtiyê bînin. Bila dayik êdî van êşan nekêşin. Em ê her tim li cem Malbata Şenyaşar bin. Em ji bo Malbata Şenyaşar daxwaza edaletê dikin.” 

Dayika Emîne Şenyaşar jî tiştên ku bi serê wan hatine ji beşdaran re vegot û xwest ku kurê wê were berdan û edalet pêk bê.