Dayikên Şengalê: Heta yek ji me bimîne em ê li ber xwe bidin

"Dijmin ji fermanê têr nebûye ku heta neha êrişî gelê me dike. Bila dijmin bizanibe heta ku yek ji Êzîdi li ser vê axê ma em ê li ber xwe bidin. Em ê çiyayê Şengalê biparêzin."

Xelkê Şengalê, piştî merasîma veşartina cenazeyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda, li navenda navçeya Sinûnê bi meşekê hem li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabû, hem jî bêdengî û xemsariya hikumeta Iraqê şermezar kirin.

Dayikên Şengalê yên tevlî çalakiyê bûn her wiha li hemberî xiyaneta PDK'ê helwest nîşan dan. Yek ji van dayikan jî Dayê Emşê nerazîbûn nîşanî êrişên li ser Şengalê da û got, "Şehîd Merwan Bedel xorekî vî gelî bû. Ji ber ku ax, gel û olara xwe disparast bû hedefa dijminên xwînar. Dijmin ji fermanê têr nebûye ku heta neha êrişî gelê me dike. Bila dijmin bizanibe heta ku yek ji Êzîdi li ser vê axê ma em ê li ber xwe bidin. Em ê çiyayê Şengalê biparêzin."

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hisên jî bal kişand li ser mijara liv û tevgera zêde ya îstîxbarata dewleta Tirk li xaka Iraqê û got, "Çawa ku Ş. Mam Zekî Şingalî, Ş. Zedeşt Şingalî û Ş.Mam Beşîr bi îxanetê şehîd xistin bi heman rengî Heval Merwan jî şehîd xistin."

Rîham Hisên di heman demê de sedemên ku her tim pêşengên gel dibe hedef axivî û wiha got; "Dijmin her tim pêşengên vî gelî ji xwe re dike hedef. Bi vê rengî dijmin dixwaze bi van şehadetan îradeya vî gelî bişikîne û gelê Êzîdi tune bike. Bila dijmin bizanibe li hember van êrişan hêrsa me beramberî van xurtir dibe. Berxwedana me beramberî van xurtir dibe. Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê nikarin sîn bi sîng werin hemberî me. Ji ber vê bi teknîkê êriş dike. Dijmin jî zane ku eger şerê sîng bi sîng bike, wê li hemberî me li bin bikeve."