Daxwaza girtina bersûcên doza JÎTEM’a Kerboranê hat redkirin

Parêzeran di doza “JÎTEM’a Kerboranê” de xwestin bersûc bên girtin. Heyeta dadgehê carek din daxwaza parêzeran red kir.

Danişîna 16’emîn a doza “JÎTEM’a Kerboranê” ya di 30’ê cotmeha 2014’an de hatibû destpêkirin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê hat dîtin. Fermandar û eskerên li herêma Kerboranê di navbera salên 29’ê cotmeha 1995’an de û 8’ê adara 1996’an de 3 jê zarok 8 welatiyan windakirin û kuştin ji dosyeyê tên darizandin. Parêzeran li ser navê malbatan doz vekiribû. Di danişînê de parêzer û malbat amade bûn.

Fermandarê Komandoya Kerboranê yê wê demê Hurşît Îmren, Fermandarê Qereqola Navendê yê wê demê Mahmut Yilmaz, Çawişê Pispor ê wê demê Haydar Topcan û Farûk Çatak jî di nava kesên tên darizandin de ne.

Ji bersûcan kesek wê demê li wir eskeriyê dikir bi rêya dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Esker da zanîn ku ew serdem nayê bîra wî, tiştek nizane û nexwedî rayedar bûye.

Malbatên mexdûran jî ku beşdarî danişînê bûn xwestin doz gavek berê gavekê bi dawî bibe û kujer werin cezakirin. Parêzerên malbatan jî wek danişînên din di vê danişînê de jî xwestin bersûc werin cezakirin û kêmasiyên heyî ji holê werin rakirin.

Heyeta dadgehê daxwaza cezakirina bersûcan a parêzeran red kir û danişînê taloqî 23’ê kanûnê kir.