Daxuyaniya HPG’ê ya têkildarî çalakiyên li Colemêrg û Çewligê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li hemberî artêşa Tirk daxuyanî da.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev tişt hatin diyarkirin

ÇALAKIYÊN LI ŞEMZÎNANÊ

“Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş ya ku hêzên me yên Zap, Zagros û Xakurkê di 8’ê Hezîranê de dabûn destpêkirin derbasî qonaxa duyemîn bûye. Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşger de hêzên me li Şemzînan û Geverê li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker hin çalakî li dar xistine.

Di 29’ê Tebaxê de hêzên me di saet 08.30’an de li dijî qereqola Bêzokê ya Şemzînanê ya artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin.

Operasyona artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker a li qadên Şapatan û Seraroyê ya Şemzînanê jî didome. Hêzên me di 2’ê Îlonê di saet 06.30’an de li dijî yekîneyeke operasyonê li geliyê Seraroyê çalakiyek li dar xistine. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin di vê çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatine kuştin û 2 leşkerên dijmin jî birîndar bûne.

Hêzên dagirker piştî çalakiyê mirî û birîndarên xwe bi helîkopteran ji qadê derxistine.

Di heman rojê de hêzên me li dijî hêzên dagirker ên li Girê Sîserê yê Geverê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de kozikek îmha bûye û konek jî derbe xwariye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

LI ÇEWLIGÊ 2 CERDEVAN HATIN KUŞTIN

Di 31’ê Tebaxê saet di 20.30’an de li nêzî gundê Dugernan ê Çewligê gerîlayên me rastî leşkerên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker hatine û li vê derê şerek çêbûye. Di vî şerî de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 cerdevan û kontrayek hatine kuştin û cerdevanek jî birîndar bûye.

Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker girtiyer ser gundê Dugernanê. Leşkerên dijmin zext li gundiyan kirine.

Dijmin heta saet 09.00’an a 1’ê Îlonê li vê derê maye.

Di 2’ê Îlonê de di navbera saet 21.30-22.00’an de helîkopterên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker qada Navsera Cûdî ya çiyayê Cûdî ya Şirnexê bomberdûman kiriye. Ji ber bomberdûmanê heywanên gundiyan mirine.”