Daxuyaniya HPG'ê ya li ser êrişên hewayî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên li Mexmûr, Şengal û qadên gerîla kir, daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Artêşa TC a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yen Medyayê, Kampa Penaberan a Mexmûrê û Şengalê êrişên hewayî kir. Artêşa TC a dagirker êrişên xwe yên li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê û Şengalê bi rêya medya xwe weke êrişa li dijî PKK'ê ragihandiye. Dewleta Tirk a dagirker bi berevajînîşandana vê êrişa li ser hêzên parastinê yên gelê sivîl ê vê xakê, hewl da ku komkujiyên kiriye binixumîne.

Bi êrişa li dijî gelê me yê Mexmûrê ku ji zilma dewleta TC a dagirker reviyane û xwe li kampeke penaberan girtine û bi êrişên li dijî gelê Êzidî yê li Şengalê ku li dijî DAÎŞ'ê li ber xwe dane, dewleta TC a dagirker careke din rûyê xwe yê kujer ê rastî nîşan eşkere kir. Dewleta TC a mêtinger kujer ku nikare xwe li nirx û destketiyê Kurdan rabigire, bi bahaneyên cuda êrişên namerdî kiriye. Ev êriş li dijî destketiyên gelê Kurd û gelên herêmê hatiye kirin. Ev êrişên li dijî gelên Mexmûr û Şengalê ku li dijî DAÎŞ'ê li ber xwe dan, tu cudahiya xwe ji zîhniyeta DAÎŞ'ê ya kujer nîne.

Li herêmên navborî liv û tevgereke hêzên me yên HPG'ê nîne. Li dijî her êrişeke dagirkeran a li parçeyekî Kurdistanê ya li dijî gelê Kurd û destketiyên gelê Kurd, hêzên me wê bi rengê herî tund bersivê bidin.

Di vê çarçoveyê de agahiyên berfireh ên li ser êrişên dagirkeran ên 15'ê Hezîranê (îro) saet 00:05'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir wiha ne:

Balafirên şer qadên Sîda û Şehîd Rustem ên Zapê, qada Werxelê ya herêma Avaşînê, qada Sininê ya herêma Xakurkê û qadên Şehîdan û Zergelê yên herêma Qendîlê bombe kirin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye."