Daraza AKP’ê biryara ‘domandina girtina Bakirhan’ da

Dadgeha Tirk biryar domandina girtina Hevşaredarê Sêrtê Bakirhan da.

3 runiştina doza Hevşaredarê DBP’ê yê Sêrtê Tûncer Bakirhan ê li şûna wî qeyûm hate wezîfedarkirin, li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê destpê kir. Di rûniştina Bakirhan bi rêya SEGBÎS’ê amade bû de, parêzer, malbat, rêveberên HDP’ê û DBP’ê amade bûn.

Parêzer Mûhmmet Alptekîn û Denîz Dogan bal kişand ser bêhiqûqiyên di dosyayê de û daxwaza berdanê kirin.

Bakirhan ê parastin kir wiha got: “Weke hevşaredar ez beşdarî bi hezaran merasîmên cenaze bûme. Bi qasî beşdarbûna merasîmên cenazeyan tiştekî xwezayî nîne. Ev 26 sal e ku siyasetê dikim. Ez di wê baweriyê de me ku min di karê şaredariyê de bi adilane kar kir. Bê ku cudahiyê bêxim ku ev Kurd e, Ereb an jî Tirk e. Ez ji beşdarbûna merasîma cenaze ya beriya du sal û nîvan têm darezandin. Ez dixwazim pirs bikim; Beriya du sal û nîvan meqamê îdîayê li kû bû? Ji bi em biçin nexweşxaneyê 6 mehan tên ragirtin. Ez daxwaz dikim ku dadgeh bi wijdan, li gorî delîl û hiqûqê biryara xwe bide.”

Heyeta dadgehê, biryara domandina girtina Bakirhan da, rûniştin taloqî 13’ê Tîrmehê kir.