Dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyan vegot

Beşelo ku yek ji binemala mezin a gundê Şava ye, xwedî 10 zarok e. Beşelo ku ji gundê Şava yê girêdayî Raiyê ye, behsa wê kir bê ka dema ku artêşa Tirk û çeteyan bi ser gundê wan de û derdorê de girt li çi rast hatin.

Mihemed Emîn Beşelo ku ji gundê Şava ye, behsa êrîş û talana artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê kir, yên bi ser Cerablûs, navçeya Raî û bajarokê wî û gundê wî Şehba de. Başelo got, "Li gundê me ku xwedegirêvaî ji DAIŞ’ê standin, kevir li ser kevir nehiştin, heta bi nivînên me talan kirin."

Artêşa Tirk û çeteyên wê 24’ê Tebaxê dest bi dagirkirinê kirin û ji Cerablûsê ta bi Raiyê û piştre jî gundê Şehba xwestin dagir bikin. Li gundên ku xwest dagir bike, gundî ji gund kirin û dest li ser mal û milkê wan danîn. Ji gundê Şava ku di navbera Raî, Ezaz û Helebê de ye, Mihemmed Emîn Beşelo got, dewleta Tirk û çeteyên wê bi çeteyên DAIŞ’ê re li hev kiribûn û got, gundê wan kavil kirin, ew ji mal û axa wan der kirin.

'BI ZANEBÛN GUNDÊ KURDAN KIRIN HEDEF'

Beşelo got: "Gundê me ji 250-300 malî pêk tê. Dewleta Tirk bi zanebûn ji Til Elo- Polatli ketiyê. Ev gundên Kurdan in. Çiqas gundên Kurdan hebûn dewleta Tirk ew kirin hedef. Şaho, Hedebet, Cohanbey, Şêx Cerrah, Til Bettal, Şeb Eran, Qabasîn, Qubbê Şêx û Ehras jî di nav de, hemû gundên Kurdan ên li herêma bendava Şehba kirin hedef. Hedefa çeteyên DAIŞ’ê jî, dewleta Tirk jî û 'Mertala Firatê' jî ev bû.

Em kuştin û êşkence li me kirin. Mal û mikê me talan kirin. Bi taybetî jî mal, seyarê û hemû milkê Kurdan talan kirin. Cil û nivîn jî talan kirin. Ên ku ev kirin çeteyên Mertala Firatê bûn. Dema ku ji gund derketin mayin li her deverê danîn. Ji bo vê jî gelek mirovên me mirin û seqet bûn."

'80 HEZAR MIROV JI MALÊN XWE BÛN'

Beşelo bi berdewamî wiha got: "Artêşa Tirk dema ku ketî herêmê ji sedî zêdetir gundê me dagir kirin. Navê van gundan ên ku di bîra min de ne: ‘’Bogaz, bir şeye, Til Berçe, Kendîrlî, Qubbesin, Qubbêşêx, Başkoye, Ereb Wêran, Numan, Qahir Kelbin, Şêx Cerrah, Til Circe, Şivêran, Terhîn, Bilîha, Birc, Çobanbey, Hedabet, Til Şehir, Karagoz, Kara Mezra, Duydan, Gidriş, Keferxan, Hewar Kilis, Sed Şehba, Ehraz, Tuweys, Îksar, Til Betal, Duver, Xuz. Ji van gundan ziyan neda tenê çend malbatên ku girêdayî wan bûn. Ew jî ne li gund bûn, birin Tirkiyê cem xwe. Hemû gundiyên din ji gundên wan kirin. 80 hezar mirov ij van gundan û xakan kirin.

'ME XWE LI MINBIC, KOBANÊ Û GIRÊ SPÎ GIRT'

Beşelo got gundî bi girî ji gundê xwe derketine û piştre wan xwe li wan qadan girt ku ji çeteyen DAIŞ’ê û artêşa Tirk hatibûn paqijkirin, çûne wan qadên azad. Beşelo diyar kir di encama vê dagikirinê de nêzî 50 hezar mirov xwe li Efrînê girtine û yên din jî çûne Minbicê, Kobanê û Qamişlo. Beşelo diyar kir dema ku li devereke Sûrî hezar kes ji cihê xwe bibe Komîseriya Koçberan a Neteweyên Yekbûyî qiyametê radike û got, "Ji 100’î zêdetir gundê me rûxandin. Talan kirin. Dest li ser mal û milkê me danîn. Em ji gund û malên xwe hatin qewirandin. Hin ji me di Efrînê re, hin jê di Minbic, Kobanê, Girê Spî re derketin. Her tiştê me ji destê me birin. Lê rêxistinên mirovî û rêxistinên mafê mirovan heta niha têkildarî mijarê ti tişt negotine. Carinan ez dibêjim, gelo ji bo ku em Kurd in wiha dikin."

'GELEK GUND Û BI HEZARAN MIROV DI BIN BOMBEKIRINÊ DE NE'

Beşelo ragihand, gundên ku dikevine aliyê Babê yê Şehbayê di bin êrîş û bombeyên çeteyan de ne û got: "Dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên li ser wê herêmê berdewam dikin. Dema dawî bi taybetî gundên me yên li Babê bombe dikin. Her roj bi dehan sivîlî dikujin. Gund kavil dibin. DAIŞ sivîlan ji xwe re dike mertal. Artêşa Tirk jî sivîlan dikuje û gunde bombe dikn. Hê jî li ser bi hezaran mirovên me êrîş hene lê kesek tiştekî nake. Hêzên navnetewî û herêmî li êrîşên dewleta Tirk û çeteyan temaşe dikin. Ti maneyeke vê nîn e. Em ji bo ku li heqê xwe û gundê xwe xwedî derbikevin hewl didin, lê gelek guhên xwe li me girtine."

'HEDEF EW E KU HERÊMÊ JI KURDAN VALA BIKIN'

Beşelo got armanca dewleta Tirk û çeteyan ew e ku herêmê ji Kurdan vala bikin û got, "Dixwazin Kurdan ji herêmê derxînin. Li gel Kurdan Erebên ku polîtÎkayên wan qebûl nakin jî dikine hedefa xwe. Li gundên ku Kurdan jê derdixin, malbatên ji Til Efer, Tirkmen Dagi û Tirkîstanê bi cih dikin. Li gund, bajar û navçeyên ku dikeviyê, dibistanên bi Tirkî vedikin. Bi zorê zimanê xwe hînî zarokan dikin. Lê ti kesek, ti hêz nabêje, hûn çima vê dikin."

'PIŞTÎ KU 4 MEHAN LI ÇIYÊ DIMÎNE..'

Beşelo diyar kir pêşî DAIŞ’ê 5 caran û piştî Nusra 2 caran ew girtiye lê dîsa jî dev ji gundê xwe neqeriyaye. Got, piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê gundê wan dagir kirin, ji bo ku xwe biparêzin û li şûna ku bibin hêsîrê destê wan tevî zarokên xwe û gundiyan xwe spartine çiyayekî. Beşelo dibêje piştî 4 mehan li wî çiyayî tî, birçî li gel zarokên xwe mane, ji ber ku wê nikarîbûna zivistanê li wir bimînin hatine Minbicê.

'EM LI BENDÊ NE KU VEGERIN'

Beşelo anî ziman, wan ji Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Babê alîkarî xwestine da ku biçin Minbicê û got: "Ji ber ku, ji destê dewleat Tirk û çeteyên wê ti ewlekariya me nema 3-4 mehan me xwe li çiyayên Şaho girt. Ji ber şertên zivistanî me nema dikarîbî li wir bimînin. Rayedarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî gang kirin ku biçin qadên ewle. Tekane rêya xilasbûna ji çeteyên DAIŞ’ê, dewleta Tirk û çeteyên Mertala Firatê ew bû ku em berê xwe bidine qadên azad. Me çare di Minbicê de dît. Em hatin Minbicê lê hê jî çav û guhê me li ser gundên me ne. Em li bendê ne ku rojek ji rojan vegerin."