Dagirker alavên xwe dihêlin û direvin

Artêşa Tirk ku 14'ê Gulanê li dijî gundê Kestê yê Metînayê dest bi êrişên dagirkeriyê kir, ji ber berxwedana gerîla alavên xwe yên leşkerî li pey xwe hişt û ji qadê reviya.

Dewleta Tirk 14'ê Gulanê li gundê Kestê yê herêma Metînayê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Hêzên gerîla yên ku bi leşkerên Tirk hesiyan, li qadê belav bûn û li dijî dagirkeran çalakî kirin. Di encama çalakiyên gerîla de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Yek ji gerîlayên ku tevlî çalakiyê bû qala şer kir: "Ber destê sibehê em ketin şer. Bila dijmin baş zanibe ku em ê vê qadê li wan bikin goristan. Balafirên keşfê yên dijmin hîn li ser me digerin, lê belê çi dikin bila bikin wê nikaribin berxwedana me têk bibin."

Piştî ku şer qediya, gerîlayan dîmenê alavên leşkerên Tirk kişand. Ji dîmenan tê fêhmkirin ku dagirkeran alavên xwe yên jiyanî û xwarinê li pey xwe hiştine û reviyane.