Dag: Em gav bi şûn ve navêjin

Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, diyar kir ku ji ber polîtîkayên zextê yên li ser rêxistina ciwanan a partiya wan gav bi şûn ve navêjin, di serketinê de kilîd bûne.

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Dersim Dag, destnîşan kir ku têkoşîna ciwan û jinan bûye tirsa xofa desthilatê, bal kişand ser kampanya ku wê 8’ê Adarê bê destpêkirin.

Dag bal li ser zext, asîmlasoyn û polîtîkayên sîxûriyê yên taybet bi sîstematîk li ser ciwanan ji ANF’ê re axivî.

Dag destnîşan kir ku ji roja Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hate avakirin û vir ve desthilat bi awayekî sîstematîk zextê li wan dike û got: “Çanda ku me dewir girtî, ji roja yekê ve li dijî vê têkoşînkirin, serketin bi dest xistiye. Em bi ruhê vê çandê dijîn û di serketinê de kilîd bûne. Dewlet bi hemû amûrên xwe ji çar aliyan ve êrîşî me dike. Endamên Meclîsa Ciwanan tim ji aliyê hêzên ewlekarî û MÎT’ê ve tên revandin, destgîrkirin û sîxûriyê li wan ferz dikin. Tu endamekî Meclîsa Ciwanan ê me nemaye ku nehatî destgîrkirin. Heta ciwanên ku tên navenda me jî destgîr dikin û sîxuriyê li wan ferz dikin.”

‘JI CIWANÊN RÊXISTINKIRÎ DITIRSIN’

Dag diyar kir ku desthilat ji ciwanên rêxistinkirî ditirse û wiha domand: “Desthilat dixwaze rêxistina ciwiwanan bişkêne û polîtîkayên şer belav bike û wê ji hev bixe. Em hemû dizanin polîtîkayên qirêj ên sîxûrî, fuhûş, asîmlasyon bi taybet li ser jinên ciwan didin meşandin. Em Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ji ber ku li dijî vê, tax bi tax, kolan bi kolan, mal bi mal têkoşîna vê dikin, ji bo wê desthilat me dike hedef. Tu zext wê nikare me ji têkoşînê bike, gav bi me bide şûnve avêtin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û yê ser bikevin em in.”

‘BI ZANABÛN JIN Û CIWANAN DIKIN HEDEF’

Dag anî ziman ku ji ber pir rengiya HDP’ê û xebatên jin û ciwanan desthilat jin û ciwanan evqas dike hedef û operasyonên demê dawî yên li ser Meclîsa Ciwanan û TAJ’ê jî parçeyek ji vê planê ne û got: “Desthilat bi van operasyonan dixwazin Meclîsa Ciwanan krîmînalîze bike. Di roja me ya îro de hêzên dewletê, daraz û medaya ji bo vê bikar tînin. HDP partiyeke wilo ye ku hemû ciwan dikarin bi azad xwe lê îfade bikin û ji bo wê ciwan bera wan diçin û li dorî HDP’ê dibin yek. Ji bo vê desthilat Meclîsa Ciwanan a me dike hedef û zextê lê dike. Bi van operasyonan nikarin me, nikarin xebatên me yên girêdana bi ciwanan re qût bike.”

‘TÊKOŞÎN WÊ BIDOME’

Dag wiha domand: “Weke heta niha em ê bi xebatên xwe bibin dengê gel. Em HDP planekî me ya dorfireh heye. Em ê di 8’ê Sibatê de bernameya têkoşîna xwe îlan bikin. Mijara kampanya me jî; tecrîd, grevên biçîbûnê, doza Kobanê û biryara DMME’yê be. Li ser van mijarên esasî wê çalakî bên kirin. Di her platformekê de em HDP wê daxwazên gel bînin ziman, çareseriyê pêş bixin û têkoşîn bidomînin.”