Dadgehê polîsên ku bi panzerê 2 zarok qetilkiribûn, xelat kir!
Dadgehê polîsên ku li Silopyayê bi panzerê du birayên Yildirim ên 7 û 6 salî qetil kirin, xelat kir.
Dadgehê polîsên ku li Silopyayê bi panzerê du birayên Yildirim ên 7 û 6 salî qetil kirin, xelat kir.
Danişîna biryarê ya doza polîs Omer Yegît û Murat Maden ên li navçeya Silopiya Şirnexê panzêrê li Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) ên birayê hev qelibandin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê pêk hat. Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu, Hevşaredarê Silopiya Suleyman Şavluk, bavê her du zarokan Mesut Yildirim, parêzerên endama baroyên Şirnex, Amed û Bursayê û gellek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî danişînê bûn.
Di danişînê de her du polîs jî amade bûn û danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Bersûc Omer Yegît parastina xwe kir û wek her danişînên din dîsa xwe parast.
Bavê zarokan Mesût Yildirim jî da zanîn ku tu ceza dê zarokên wî paş ve neyne û got: “Ji bo êşa me kêm bibe û ev bûyer bên qedandin dixwazin biryarek adilane bê dayîn.”
Dozger mutala da û ji sûcê “biqisûr bûne sedemê mirinê” ji her polîsek re ji 2 salan heta 15 salan ceza xwest. Dozger xwest derbarê bepirsyaran de jî giliyê sûc bê kirin.
Parêzeran jî parastina malbata Yildirim kir û xwestin sûcdar bên cezakirin û cezayek adil bê dayîn.
Pişt re her du bersûc axivîn û xwe wek her carê parastin.
Dadger navber da danişînê û pişt re biryara xwe eşkere kir. Dadger polîsê sûcdar Murat Meden berat kir û tenê 2 sal û 1 mehek cezayê hepsê li polîsê sûcdar Omer Yegît birî.
Piştî biryarê parêzerên malbata Yildirim bertek nîşanî dadgehê dan û gotin: “Ew mabû ku madalyayan bixin stûyê wan.”